Li Girê Spî ji ber rewşa debarê xwepêşandan

Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî daxuyand ku welatiyan ji ber nebaşiya rewşa debarê xwepêşandaneke girseyî li dar xist.

Li Girê Spî ji ber rewşa debarê xwepêşandan
7 ÇILE, 2022   16:01
EYN ÎSA

Li gorî çavkanî, welatiyan ji ber nebaşiya rewşa jiyanê, bihabûna madeyên bingehîn ji kehrebe, nan, mazot, gaz û gendeliya qaşo meclisa herêmî ya dagirkeriya Tirk xwepêşandan li dar xist.

Çavkanî da zanîn ku xwepêşandêran diruşmên şermezarkirinê li dijî meclisa herêmî ya Girê spî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker berz kirin û bi gendelî û diziyê wesif kirin.

Di 5 rojên borî de li gelek herêmên Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin xwepêşandan hene û banga kêmkirina bihayên kehrebe û rakirina meclisên herêmî yên gendeliyê dikin, kir.

ANHA