Artêşa Tirk gundê Muhsinlî yê Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Muhsinlî yê rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundê Muhsinlî yê Minbicê topbaran dike
7 ÇILE, 2022   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li derdora gundê Muhsinlî yê bakurê rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawinan topbaran dikin.

Navendê da zanîn ku di çarçoveya mafên parastina rewa de hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan da, di heman demê de jî balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li eniyên şer digerîn.

(fr)