Çalakiya konvedanê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê bi dawî bû

Çalakiya Konvedanê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê ya ji bo banga berxwedan, têkoşîn û xurtkirina felsefeya biratiya gelan bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê bi dawî bû
7 ÇILE, 2022   15:19
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan li Parka Rêber Apo ya li naverasta Hesekê çalakiya konvedanê li dar xist, tê de endamên ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, saziyên jinan, bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a kantonê beşdar bûn.

Qad û konê çalakiyê bi wêneyên rêber Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên şehîdên di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên vê dawiyê li Kobanê û navçeyên Til Temir û Zirganê de şehîd bûbûn, hatin xemilandin.

Çalakiya roja sêyemîn a dawî bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê Ezher Ehmed wiha got: "Em sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin, bi taybet şehîdên vê dawiyê yên li Kobanê, Til Temir û Zirganê şehîd bûne."

Ehmed wiha domand: "Divê astengiyên heyî û pêşerojê ji me re bibin bernameya jiyanê, da ku em hêvî û armancên xwe aktîf bikin. Ji ber gelek berjewendiyên mezin ên derve û hundir hene dixwazin vê şoreşê vemirînin û xebata saziyan a bi saya şehîdan hatiye avakirin bi bin bixin."

Ehmed da zanîn ku divê xebat ji bo xurtkirina rihê biratiya gelan were kirin, her wiha gel pişta xwe bide xwe û nede dewletên ku berjewendiyên xwe li hesabê gel pêk tînin.

Dûvre endamê Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê helbestvan Hozan Kerkendî helbesteke şoreşgerî xwend, tê de fedekarî û destanên qehremantiyê yên şehîdan silav kir.

Li aliyekî din jî li ser nave Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Eşref axivî û salvegra şehadeta hevrê Sekîne Cansiz bi bîr anî û wiha got: "Partiya me li ser fedekariya şehîdên ku di oxira azadiya gelên bindest de canê xwe daye hate damezrandin."

Eşref wiha bi dawî kir: "Em ê li ser metoda projeya demokratîk ku xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Ocalan bimeşînin. Vîna me çerk fedekariyan şehîdan heye, lawaz nabe. Em bi fikirê xwe yê demokratîk li her derê hene, siyaseta ambargoyê bandorê li me nake û êrişên dijminan me natirsînin."

Çalakî bi pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana şehîd Seknîne Cansiz bi dawî bû.

(fr)

ANHA