Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Qamişloyê, sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan.

Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan
Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan
Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan
Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan
7 ÇILE, 2022   12:05
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Girê Legê û Dêrikê berê xwe da Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer a li navçeya Dêrikê û sersaxî da malbata şehîd Birûsk Botan ku di 2`yê Çileyê de li Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Mistefa axivî û got: "Şehîd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo belavkirina aştiyê, tê koşiyan û canê xwe feda kir."

Her wiha endama Kongra Star Zulfa Bîro axivî û her sê şehîdên Komkujiya Parîsê; Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr anîn û got ji bo gelên herêmê bi rûmet û azadî bijîn, şehîdan canê xwe kir qurbanî.

(şx)

ANHA