Serokkomarê Kazaxistanê 'fermana kuştinê' da

Serokkomarê Kazaxistanê Qasim Tokayev ji bo tepisandina çalakiyên li welêt ferman da hêêzn ewlehiyê ku “bêyî ku çalakvan werin hişyarkirin, wan bikujin”.

Serokkomarê Kazaxistanê 'fermana kuştinê' da
7 ÇILE, 2022   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Kazaxistanê Qasim Comert Tokayev ji bo bidawîkirina çalakiyên li welêt fermana kuştinê da.  Tokayev li ser televîzyonê daxuyaniyek da û got: "Min ferman da ku bêyî hişyarî bê dayîn, bên kuştin."

Serokkomar îdia kir ku "terorîst hîn jî xisarê didin mal û milkan û li dijî welatiyan çekê bi kar tînin.”

Her wiha yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê bi navê "bicihkirina pergalê" li Kazaxistanê hatin bicihkirin.

Li welêt krîzeke giran diqewime. Di 5 rojên dawîn de şerekî giran rû dide. Zêdekirina buhayê gazê kir ku çalakiyên protestoyî dest pê bikin û serokkomar hikumet betal kir û ji hevalbenda xwe Rûsyayê alîkarî xwest.

Di çalakiyên protestoyê de herî kêm 26 kes hatin kuştin. Li gorî bîlançoya dawîn bi dehan kes hatine kuştin û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî Wezareta Karên Hundir 18 kes hatine kuştin û 748 kes jî birîndar bûne. Her wiha derdora 2 hezar û 300 kes destgîr kirine.

Tevî ku zêdebûna buhayê gazê bû sedem ku çalakî dest pê bikin, lê serokkomar Tokayev îdia dike ku “çeteyên terorîst çeteyên navneteweyî ne” û li derveyî welat perwerde dîtine.