Di xwepêşandanên li Kazaxistanê de bi dehan kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand ku di xwepêşandanan de zêdetirî hezar kesî birîndar bûne. Hêzên ewlekariyê ragihand ku wê bi dehan kesên hewl dane derbasî saziyan bibin, hatine kuştin.

Di xwepêşandanên li Kazaxistanê de bi dehan kes hatin kuştin
6 ÇILE, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê tenduristiyê yê Kazaxistanê Ajer Ginat got: “Ji ber tevliheviya li herêmên cuda li Kazaxistanê zêdetirî hezar kes birîndar bûn.”

Her wiha Ajer Ginat ji dezgehên çapemeniyê re axivî û got: “Ji wan 400 kes di nexweşxaneyê de ne û rewşa 62 kesan giran e.”

Berdevkê hêzên polîsan Saltant Azerbek jî îdia kir ku hêzên tundraw duh bi şev hewl da derbasî avahiyên rêveberî û polîsan ên li bajarê Almatî û rêveberiyên herêmî û navendên polîsan bibin.

Li gorî ajansên Interfax-Kazakhstan û Novostî yên Rûsyayê Azerbek li xwe mikur hat ku hêzên polîsan bi dehan xwepêşandêr kuştine û niha hewl didin nasnameyên wan tespît bikin.

Li aliyekî din Moskov û hevalbendên wê yên Rêxistina Peymana Ewlehiya Komî ragihand ku li ser daxwaza Kazaxistanê, roja pêncşemê (îro) dê hêzên leşkerî bişînin Kazaxistanê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova jî li ser Telegramê wiha nivisî: “Ji bo parastina aştiyê me hêzek ji Rêxistina Peymana Ewlehiya Komî heta demeke diyar şand Kazaxistanê.”

 (dx)