Ji ber bihabûna mazotê li herêmên dagirkirî şênî sergînan dişewitînin

Şêniyên ku li Girê Spî yê dagirkirî mane, piştî ku mazot biha bû, neçar mane xwe bi sergînan germ bikin.

Ji ber bihabûna mazotê li herêmên dagirkirî şênî sergînan dişewitînin
6 ÇILE, 2022   10:07
EYN ÎSA

Rewşa li herêmên Sûriyê yên dagirkirî roj bi roj xirabtir dibe. Bi taybet li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê ku ev 2 sal e hatine dagirkirin.

Ji ber rewşa xizmetguzarî ya nebaş û tevliheviya ewlehiyê, gelek xwepêşandan çêbûn ku banga pêşxistina rewşa heyî hat kirin. Lê ev daxwaz bê bersiv man û tu guhertin çênebûye. Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi talankirin û bazirganiya madeyên hişbirê û komkirina pereyan mijûl bûne.

Çavkaniyan ji Girê Spî ragihand ku mazot gelekî biha bûye. Ji ber wê şêniyên bajêr neçar mane ku rêbazên berê ji bo germkirinê bi kar bînin. Ji bo wê tûrik û madeyên plastîk kom dikin û xwe pê germ dikin.

Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku li gel tunebûna xebatên bingehîn, şêniyên bajêr xwe bi sergînan germ dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî buhayê bermîla mazotê bûye 500 hezar lîreyên Sûriyê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her bermîleke mazot bi 30 hezar lîrey li şêniyên herêmê belav dike.

(şx)

ANHA