HPG nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin

HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên ku li Wanê şehîd bûne, eşkere kirin û got “Ji malbatên hêja yên hevrêyên me Xeyrî, Eşref, Dilda û Dilşad û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

HPG nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin
6 ÇILE, 2022   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev agahî dan:

“Di 6’ê Çileya 2017’an de hevrêyên me yên di kampa zivistanê de bûn di bin aşîtê de man. Em hevrêyên xwe Xeyrî, Eşref, Dilda û Dilşad ên şehîd bûne, bi hurmet bi bîr tînin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Xeyrî Azadî
Nav û paşnav: Azîz Erkiliç
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Gulbahar-Abdulhadî
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an, Wan

Nasnav: Eşref Wan
Nav û paşnav: Servet Şen
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Hinar – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an, Wan

Nasnav: Dilda Botan
Nav û paşnav: Yûsûf Gullu
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Naîme-Mûzaffer
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an, Wan

Nasnav: Dilşad Bêrîtan
Nav û paşnav: Tayfûn Oktan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Sebahat – Reşît
Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Çileya 2017’an, Wan