Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve

Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê ya Duyemîn hate lidarxistin. Di dawiya konferansê de dê desteya rêveber a partiyê were hilbijartin.

Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê li dar dikeve
5 ÇILE, 2022   12:50
HESEKÊ

Konferans li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya li texa El-Mûşeyref ya Hesekê hat lidarxistin. Di konferansê de endamên partiyê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên partiyên siyasî û hêzên leşkerî, endamên sazî û navendên sivîl ên kantonê beşdar bûn.

Di konferansê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa kantona Hesekê Semêr Gabro lidarxistina konferansê li beşdaran pîroz kir û got: "Di destpêka sala 2018’an de Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo ku bibe encamê fikir, nêrîn û tecrubeyên ji bo çareseriyeke li gorî civaka Sûriyê, hate damezirandin. Ji bo ku bibe çareserî ku tevahî gelê Sûriyê tê de li hev bike û azarên gelê Sûriyê bi dawî bike."

Gabro destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşarojê hewl dide rûmet û azadiya gelê Sûriyê misoger bike û îşaret bi hewldan, xebat û têkoşîna zêdetir kir.

Piştre ji aliyê serokê Nivîsgeha Têkiliyan a partiyê Salih El-Zûba ve perspektîfên partiyê hatin xwendin.

Di konferansê de dê dîwanek bê avakirin û rapora Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa kantona Hesekê ya çalakiyên rêxistinî, îdarî û xebatê were xwendin. Konferans dê bi hilbijartina desteya rêveber a partiyê ya kantona Hesekê bi dawî bibe.

Partiya Sûriya Pêşerojê partiyeke siyasî û serbixwe ye ku têkoşîna aştiyane wek bingeh ji bo pêkanîna armancên xwe yên avakirina guhertinên demokratîk li Sûriyê, dike armanc.

(dx)

ANHA