Meclisa Olî ya Hesekê êrişên li dijî perestgehan şermazar kirin

Meclisa Olî ya Hesekê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî perestgeh û mizgeftan şermezar kirin. Artêşa Tirk roja şemiyê mizgefteke li Zirganê topbaran kiribû.

Meclisa Olî ya Hesekê êrişên li dijî perestgehan şermazar kirin
5 ÇILE, 2022   11:58
HESEKÊ

Meclisa Olî ya kantona Hesekê li navenda xwe ya li navenda Hesekê, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ên li dijî perestgehên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Di êrişên artêşa Tirk ên hefteya dawîn de, li navçeya Zirganê 7 kes şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn, di nav wan de zarok jî hebûn û 6 kes li Kobanê şehîd bûn. Her wiha ziyanên madî yên mezin gihaştin mal û milkên şêniyên navçeyê, saziyên sivîl û perestgehan.      

    

Artêşa Tirk a dagirker roja şemiyê, mizgefta Meydana Zirgan a Mezin topbaran kir û di encamê de kesekî ku li mizgeftê nimêj dikir, birîndar bû.

Daxuyaniya Meclisa Olî ya Hesekê ji aliyê endama Meclisa Jinên Misilman a Hesekê Heyat Atiyê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina perestgehan hatin şermezarkirin.

 (dx)

ANHA