Talal Mihemed: Şam ne amade ye ku bi Rêveberiya Xweser diyalog bike

Talal Mihemed got, Şam qebûl nake ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike, lê amade ye ku bi dewleta Tirk re diyalog bike ku ji sedî 12 ji axa Sûriyê dagir kiriye.

Talal Mihemed: Şam ne amade ye ku bi Rêveberiya Xweser diyalog bike
5 ÇILE, 2022   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Tevî ku 10 sal li ser aloziya Sûriyê derbas bûn, lê hikumeta Şamê hişmendiya xwe neguhertiye. Di demekê de ku hikumeta Şamê komên alîgirên dewleta Tirk bi terorîstan bi nav dike, bi hicetên nerast diyalogê bi Rêveberiya Xweser re red dike û hevdîtina bi dewleta Tirk re li dar dixe ku axa Sûriyê dagir kiriye, xêrûberakatên wê didize û bi deh hezaran çete derbasî Sûriyê kir û Lîwa Skenderon tev li Tirkiyê kiriye.

Rojnameyeke nêzî desthilata Tirkiyê di 30`yê Kanûna 2021`an de ragihand ku rayedarên ewlehiyê yên sûrî û tirk li Urdunê civiyan. Di civînan de behsa destpêkirina operasyoneke hevbeş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.

Dewleta Tirk derdora ji sedî 12 axa Sûriyê; Serêkaniyê, Girê Spî li bakur û rojhilatê Sûriyê, Ezaz, Bab, Cerablus û Efrîn û gelek beş ji Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê dagir kirine. Di sala 1939`an de Lîwa Skenderon ji Sûriyê qut kir û tev li Tirkiyê kir.

`REJÎM BI HIŞMENDIYA DÛRXISTIN Û NEQEBÛLKIRINA ALIYÊ DIN VE GIRÊDAYÎ `

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed got: “Piştî 10 salan li ser aloziya Sûriyê derbas bû, tu guhertin di helwest, hişmendî û çanda rejîma Sûriyê de çênebûye. Berovajî wê, rejîm hîna bi zihniyeta xwe ya dûrxistin û neqbûlkirina aliyên ku banga guhertina demokratîk dike ve girêdayî ye . Di heman demê de amade ye bi aliyên din re lihev bike ku pê re heman zordestiyê dimeşîne da ku hebûna xwe di desthilatê de biparêze.”

Talal Mihemed diyar kir ku hişmendiya ku hikumeta Şamê dimeşîne hişt Sûriye bigihêje vî halî û ewqas wêranî li welêt çêbibe û wiha domand: “Rejîm amade ye diyalogê bi aliyê ku Sûriyê dagir kiriye û hevkariyê bi dewleta Tirk re bike ku demografiya Sûriyê diguhere û sûcên hovane li dijî şêniyên resen pêk tîne.”

`DÎROKA REJÎM BI BAZARAN LI SER HESABÊ ERDNÎGARIYA SÛRIYÊ DAGIRTÎ YE`

Mihemed behsa serhişkiya hikumeta Şamê û redkirina diyalogê bi Rêveberiya Xweser re kir û got: “Hikumeta Şamê hertim bi hicetên ne mentiqî diyalogê bi Rêveberiya Xweser re red dike. Ev hicet; rejîm xwedî roleke sereke ye ji ber ku sînorên Sûriyê li hember hemû hêzan vekir ku derbasî Sûriyê bûne. Dîroka rejîmê bi bazaran li ser hesabê erdnîgariya Sûriyê û gelê wê dagirtî ye. Lîwa Skenderon mînaka herî berçav e.”

Talal Mihemed bi domdarî got: “Rejîm qebûl dike bi nûnerên komên terorîst re rûnê ku hiştin dewleta Tirk a dagirker derbasî Sûriyê bibe. Lê hêzên demokratîk ên ku ji bo rizgarkirina herêmên Sûriyê ji terorê tê koşiya û yekitiya Sûriyê parast bi milsî û çeteyan bi nav dike û ji wan dixwaze ku bi hikumetê re lihev bikin. Her wiha projeya Rêveberiya Xweser projeyeke cudexwaz bi nav dike. Ruxmî ku Rêveberiya Xweser herêmên berfireh ji Sûriyê parastin.”

Girêdayî agahiyên ku rojnameya tirk yên têkildarî hevdîtinên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de bi armanca destpêkirina operasyoneke hevbeş li dijî herêmên Rêveberiya Xweser de, Mihemed ev nirxandin kir: “Ez di wê baweriyê de me ku mîna van nîqaşan di navbera Enqere û Şamê de ne nû ne. Hevdîtinên ewlehiyê qet ranewestîn. Armanc jî dirêjkirina temenê aloziyê ye. Bi dirêjkirina wê re, dewleta Tirk projeya xwe ya dagirkirinê didomîne û hikumeta Şamê desthilata xwe diparêze. Di 2021`an de, hêzên navneteweyî li ser çareserkirina aloziya Sûriyê di aliyê siyasî de li gorî biryara navneteweyî 2254 lihev kirin. Dewelta Tirk û rejîm vê yekê baş fêm dikin. Ji ber wê ji berjewendiya Enqere û Şamê ye ku alozî kûrtir bibe.”

Talal Mihemed daxuyand ku heke hikumeta Şamê bixwaze bi Rêveberiya Xweser re li hev bike, wê demê dewleta Tirk nedikarî herêmên din ên Sûriyê dagir bike û sûcên din li dijî gelê Sûriyê pêk bîne û wiha pê de çû: “Vebijarka li pêşiya Şamê; diyaloga bi Rêveberiya Xweser re ye da ku aloziya Sûriyê çareser bibe û Tirkiyê ya dagirker were qewitandin.”

`JI BO RAWESTANDINA RIJANDINA XWÎNA GELÊ SÛRIYÊ DIVÊ DIYALOGEKE CIDÎ BI RÊVEBERIYA XWESER RE BIKE`

Mihemed got, divê hikumeta Şamê dev serhişkiya xwe û meşandina siyaseta çekdarî berde û wiha berdewam kir: “Teqez wê wêraniyek ji vê zêdetir li Sûriyê pêk were. Gelê Sûriyê tenê berdêlê vê yekê dide. Berdewamkirina siyaseta leşkerî, tê wateya berdewamkirina pergala çewisandin û zordestiyê.”

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed di dawiyê de got: “Ji bo rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyê, divê hikumeta Şamê bi berpirsyarî tevbigere. Divê diyalogeke cidî bi Rêveberiya Xweser re bike û pê re lihev bike. Ji ber ku rewşa heyî isbat dikin ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser ket ku bibe bingeha danûstandinên Sûriyê da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî li gorî hemû aliyan.”

(şx)

ANHA