Aram Henna: Erişên dewleta Tirk encama bêdengiya hêzên navneteweyî ye

Berdevkê QSD`ê têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a adagirker got: " Ev êriş hemwextî lidarxistina civînên Astana 17 ên neneteweyî zêde bûn. Ev êriş, encama bêdengiya hêzên çalak ên li Sûriyê ye."

Aram Henna: Erişên dewleta Tirk encama bêdengiya hêzên navneteweyî ye
5 ÇILE, 2022   02:55
HESEKÊ-DIYAR EHEMD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê binpêkirina agirbestê û pêkanîna sûcan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şehbayê bigire heta Minbic, Eyn Îsa, navçeyên Til Temir û Zirganê didomînin. Rojane bi awayekî bê ser û ber herêmê topbaran û bombebaran dikin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Henna ji ajansa me re axivî  û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirina lihevkirinên agirbestê didomîne û wiha domand: “Dema ku dewleta Tirk nikarî destwerdana herêmê bike, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.”

Bi destpêka Kanûnê re dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser navçeyên Zirgan û Til Temirê yên girêdayî kantona Hesekê zêde kirin. Di encamê de 7 kes şehîd bûn û 19 kesên din, di nav de zarok birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin gihaştin mal û malkên şêniyan, cihên giştî û yên olî.

Di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda bajarê Kobanê de 6 welatî şehîd bûn.

Berdevkê QSD`ê Aram Henna zêdekirina êrişan û hedefgirtina welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sûcên şer bi nav kirin û wiha domand: “Ev êriş hemwextî lidarxistina civînên Astana 17 ên neneteweyî, zêde bûn. Em dikarin bêjin ev êriş, encama bêdengiya hêzên çalak ên li Sûriyê ye.”

Henna hişyarî da ku êrişa dawî, dê bi xwe re xeteriya terorê li herêmê vejîne, piştî ku mizgeftên Dirdara, qada Zirganê û Esediyê û gundên Til Tawîl û Til Cuma bûn hedefa topbaranê.

Aram Henna balkişand ser bêxemiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên û got: “Ji ber wê bêdengiyê cihên olî û yên pîroz ên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hedefkirin. Heke ev bêdengî wisa berdewam bike, dê bi awayekî neyînîtir bandorê li herêmê û cîhanê bike. Dewleta Tirk desteka terorê dike, ji bo vejandina wê hawîrdoreke guncaw ava dike.”

Her wiha Aram Henna diyar kir ku cudahî di navbera dewleta Tirk û çeteyên wê û yên DAIŞ`ê de tune ye ku tevahî sûcên dermirovî li dijî gelên herêmê pêk tînin.

Aram Henna got, civata navneteweyî, di sêrî de hêzên ku li Sûriyê çalak in, berpirsên êrişên li dijî herêmên Bakur û rojhialtê Sûriyê ne û da zanîn ku sûcên dewleta Tirk li pêş çavên wan berdewam in.

Aram Henna bang kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker di ber çavan re werin derbaskirin û civata navneteweyî muxateb girt: “Peyama ku hûn dixwazin bi rêya hedefgirtina cilên olî û dêrên li herêmê bidin çi ye?”

Berdevkê QSD`ê Aram Henna di dawiyê de piştrast kir ku hêzên leşkerî li seranserî eniyên şer li ber xwe didin û pabendî lihevkirinên agirbestê ne û di çarçoveya mafê parastina rewa de, bersiva jêderên êrişan didin.

(şx)

ANHA