Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm

Şêniyên kantona Kobanê û Meclisa Malbatên Şehîdan sersaxî ji malbata şehîd Mesûd Îbrahîm re xwest. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mesûd Îbrahîm di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a li Kobanê de şehîd bûbû.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm
Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm
Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm
Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm
Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm
Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm
Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mesûd Îbrahîm
4 ÇILE, 2022   13:52
KOBANÊ

Bi sedan şênî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser berê xwe da gundê Zirafkê yê li başûrê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Mesûd Îbrahîm re xwest.

Şêniyên Kobanê ji aliyê malbata şehîd ve hatin pêşwazîkirin, piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê Ismaîl Ismaîl got: "Ew ne şehîdê me yê yekemîn bû û ne jî wê yê dawiyê be, ji ber ku dijminê Tirk ciwanên me dike hedef. Nêzî 3 mehan e ku çalakvan li nêzî deriyê Sêmalka çalakiya xwepêşandanê didomînin û daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan dikin, Lê heta niha cenazeyên wan nehatine wergirtin."

Ismaîl siyaseta dijminane ya PDK’ê şermezar kir û got: "Em hebûna wan kesên ku xwe wek Kurd dibînin û di hedefgirtina ciwanên me de alîkariya dijmin dikin, şermezar dikin."            

Ismaîl Ismaîl di dawiya axaftina xwe de got: "Ev komkujiya ku li Kobanê pêk hatiye, bi destê xayînan pêk hat, lê xwîna şehîdên me dê vala nece. Şoreş, fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dê her tim bi pêş ve biçe û em ê rêya şehîdan bişopînin."

Şehîd Mesûd Îbrahîm yek ji wan birîndaran bû ku di 25'ê Kanûnê de li bajarê Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov a artêşa Tirk ve hatibû hedefgirtin û di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûbûn.

(dx)

ANHA