Çeteyên dewleta Tirk a dagirker du welatiyên ji Reco revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca girtina pereyan 2 welatî ji navçeya Reco revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker du welatiyên ji Reco revandin
4 ÇILE, 2022   13:17
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji çavkaniyekê ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" li navçeya Raco, êrişî gundê Hecîka jêrîn kirin û du welatî ji gund revandin.

Çavkanî navên kesên revandî diyar kir; (Ehmed Reşîd kurê Reşîd 50 salî û Hesen Beyrem kurê Ehmed 45 salî), her wiha destnîşan kir ku ew birine navenda leşkerî ya li navenda navçeyê û çarenûsa wan hîna nediyar e.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bi taybet herêma Efrînê, kuştina sivîlan, revandina wan û dizîna mal û milkên welatiyan, didome.           

(dx)

ANHA