Li Efrînê çete bi hev ketin

Li navçeya Cindirêsê çeteyên Ehrar El-Şam bi hev ketin. Agahî hene ku serçeteyek û hin çeteyên din hatine kuştin. Her wiha li dijî meclisên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xwepêşendan li dar ketin.

Li Efrînê çete bi hev ketin
Li Efrînê çete bi hev ketin
Li Efrînê çete bi hev ketin
Li Efrînê çete bi hev ketin
Li Efrînê çete bi hev ketin
4 ÇILE, 2022   14:05
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku îro li navçeya Cindirêsê çeteyên Ehrar El-Şam bi hev ketin. Di encamê de serçeteyê Lîwa El-Muhacrîn ê bi navê Mehmûd El-Binyan û gelek çeteyên din ên her du koman hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, şerên dijwar di navbera çeteyên Ehrar El-Şam de li ser benda kontrolê ya li gundê Hecîlerê li navçeya Cindirêsê û heta gundê Til Silûrê yê heman navçeyê rû dan.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çete çekên sivik û navîn di şer de bi kar tînin û şer heta niha berdewam e. Her wiha destnîşan kirin ku sedema şer, nakokiyên li ser parvekirina mal û milkan e ku ji şêniyên herêmê dizîne.

XWEPÊŞANDANA LI DIJÎ ÇETEYAN

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku li navçeya Cindirêsê û herêmên Marê û Soran ên Ezazê li dijî şîrketên kehrebeyê yên girêdayî dewleta Tirk, xwepêşendan li dar ketin.

Li gorî çavkaniyan, ji ber qutkirina kehrebeyê ya domdar û xebatên xizmetguzariyê yên nebaş ku meclisên herêmî pêşkêş dikin, xwepêşandêr li gelek herêman derbasî avahiya şîrketa kehrebeyê bûne.

(şx)

ANHA