ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-01-2022
4 ÇILE, 2022   00:00

-Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 92'î de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk  dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişa li ser ciwanên şoreşger a li Kobanê, şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê meşekê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê civîna xwe ya salane li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundê Ziravîk , ji malbata endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mesûd Îbrahîm re ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibûn, sersaxî tê xwestin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeyê Nivîsgeha Ewqafa Şedadê Ehmed El-Esad da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatî di malên wan de û nimêjvan di mizgeftan de hedef girtin û ev yek bi sûcekî dermirovî û derexlaqî bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Seyade yê rojavayê Minbicê da zanîn ku dewleta  Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe de welatiyan hedef digirin, zarok û jinan qetil dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye deverên bipirsgirêk ên herêmê ne û xuya ye di sala nû de jî rewşa wan naguhere. Tirkiye bi avakirina rejîmeke totalîter re li gel guhertina rejîmê, derbasî qonaxeke din bû û bû hêza herî êrişkar a li herêmê. Desthilat ber bi dîktatoriyeke sivîl ve guherî û hikumet bû navenda hilberandina krîza li herêmê û heta gelek deverên cîhanê. Civka xwe bêhtir tepeser kir, kiryarên faşîzane domandin, teror meşand û bi wî awayî ket sala nû.

POLÎTÎKA

- Siyasetmedaran diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina deriyên sînor ji aliyê PDK`ê ve planeke dewletên "Garantorên Astanayê" ye, her wiha hevpeymanek di navbera "Xayîn û dijmin" de li dijî projeya Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD`ê sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd û gerîla şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku wefedar bin, sozên ku dane bînin cih û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Aktivîsta TJA'yê Xecê Şen, şehîd Pakîze Nayir , Farma Uyar û Sêvê Demîr bi bîr anîn û got, di kesayeta wan de divê qetilkirina jinan wekî "jenosîde" were pênasekirin. Xecê Şen komkujiyên Parîs û Silopiya bi "siyaseteke navneteweyî ya yekparebûyî" bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021`an de Efganistan xist bin serweriya xwe û heta niha rewşa welat bê îstiqrar e. Di encamê de kaoseke mirovî çêbû ku li pey vê yekê jî ajandeyên Tirkiye-Qeterê hene ku hewl didin Efganistanê bikin navenda terorê. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin ve, şênî fatoriyên qeyrana aborî ya li Tirkiyê didin. Li Serêkaniyê madeyên bingehîn bi zehmetî tên peydakirin û nirxên wan bilind in. (BI WÊNE).

- Li herêmên hikumeta Şamê, ji ber biryarên ku têne derxistin, aloziya çûn û hatinê gihaşt asteke pir xirab. Şênî diyar dikin ku biryar ji rewşa jiyanê dûr e û bandor li tevahî qadên jiyanê dike. (BI WÊNE).

ANHA