Dagirker êrişî gundên Dirdara û Til Şinan dikin-HATE NÛKIRIN

Gundên Dirdara û Til Şinan yên bakurê navenda navçeya Til Temirê  bi çekên giran tên topbarankirin.

Dagirker êrişî gundên Dirdara û Til Şinan dikin-HATE NÛKIRIN
3 ÇILE, 2022   20:33
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Dirdara û Til Şinan yên dikevin bakurê navenda navçeya Til Temirê yên li ser rêya Zirganê bi hawan û obusan topbaran dikin.

Di heman demê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser herêmê digerin.

Têkildarî encamên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

ANHA