‘Tirkiye û Qeter hewl didin Efganistanê bikin herêma terorê ya ewle’

Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021`an de Efganistan xist bin serweriya xwe û heta niha rewşa welat bê îstiqrar e. Di encamê de kaoseke mirovî çêbû ku li pey vê yekê jî ajandeyên Tirkiye-Qeterê hene ku hewl didin Efganistanê bikin navenda terorê.

‘Tirkiye û Qeter hewl didin Efganistanê bikin herêma terorê ya ewle’
4 ÇILE, 2022   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN - LÎLAV DÎWANÎ

Heya niha tu nîşaneyên ku tevgera Talîbanê rêzê ji mafên mirovan re, nexasim mafên jinan re bigire, derneketine holê. Berovajî vê yekê her ku diçe rewş xirabtir dibe. Li hemberî vê yekê jî nakokiyên hêzên cîhanê diyar dibin, mînaka vê yekê avakirina têkiliyên dîplomatîk bi tevgerê re ne ku dosyaya mirovî, rêveberiya welat, maf û azadiyê nadin ber çavan.

Li Efganistanê hîn jî mafên mirovan tên paşguhkirin û gendelî belav dibe, nexasim piştî ku Talîbanê Komseriya Serbixwe ya Hilbijartinan bê bandor kir. Li aliyekî din jî rêjeya xizaniyê zêde dibe û îstiqrar li Efganistanê tune ye. Heman demê tevgera siyasî siyaseta qirkirina etnîk dide meşandin.

GIRÎNGIYA JEO-STRATEJÎK

Piştî derdora 20 salên şer, vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê, destpêka pêşbaziyek herêmî û navneteweyî ji bo dagirtina valahiyê bû. Ji ber ku Tirkiye, Îran, Rûsya û Çîn ketin nava tevgerê da ku hegemonyaya xwe berfireh bikin. Di heman demê de Qeter û Pakistan bi rola qaşo "navbeynkar" têkiliyên xwe bi serwera nû ya li welêt (Talîban) re xurt kirin.

Di dirêjahiya dîrokî de, Efganistan ji ber cihê xwe yên stratejîk yê girîng gelek caran berdêl û fatoreyên êrişên cîhanî da. Efganistan korîdoreke girîng a derbaskirina petrol û gaza xwezayî ji Asyaya Navîn ber bi Deryaya Erebî ve ye. Her wiha bi çavkaniyên xwezayî yên wekî petrol, gaz, zêr, hesin, kobalt, lîtyum û uranyumê dewlemend e.

Berî vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê di meha Tebaxê de, Amerîkayê peymana xwe bi Tirkiyê re ragihandibû. Li gorî peymanê, piştî vekişînê berpirsyariyên ewlehiyê yên Tirkiyê dê li wir erkê bigire, bi taybetî erka ewlekariya Balafirxaneya Kabulê ku navendeke girîng e. Ev yek bi hevkariya Qeterê dê pêk were ku bi Tirkiyê destekê dide komên îslamî li herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê.

Xuya ye ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hewl dide ezmûna destwerdana li Lîbyayê û şerê vê dawiyê yê Azerbaycan-Ermenistanê li herêma Qerebaxê, ji nû ve derxe. Rojnameya Fransî ‘Le Figaro’ eşkere kir ku şîrketeke leşkerî ya nêzîkî Erdogan, komeke çeteyên sûrî dişîne Efganistanê.

Tevgera Talîban piştî ku Efganistan kontrol kir û di 7'ê Îlona borî de ku hikumeta demkî ya 7 mêran ava kir, hewl dide îtîrafa navneteweyî wergire. Di vê çarçoveyê de dan û standin bi dewletên herêmî û cîhanê re, di nav de Çîn, Rûsya, Hindistan, Îran û dewletên Kendavê re pêk anîn. Lê diyar e Pakistan, Qeter û Tirkiye di warê xurtkirina peywendiyên bi tevgerê re, serkeftiyên herî mezin in ku nêzîkbûna îdeolojîk û piştgiriya tevgerên îslama siyasî sûdê jê digirin.

‘TIRKIYE Û QETER ROLA XWE XURTTIR DIKIN’

Tirkiye û Qeter ku dewletên herî zêde nêzî tevgerên îslamî yên radîkal in, bi rêya diyalogên dîplomatîk ên bi Talîbanê re û di bin navê "çavdêriya balafirgeha Kabulê" de, her wiha bi rêya hevpeymanên di navbera Washington û Dewhayê de, hebûna xwe ya li welat xurttir kir.

Lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terorîst Mûnîr Edîb sedemên xurtkirina Qeter û Tirkiyê hebûna xwe li Efganistanê ji ajansê re nirxandin û got: "Ji bo Qeter û Tirkiye hebûna Talîbanê li ser desthilata welat, gelekî girîng e, ji lew re di diyalogan de jê re piştevanên sereke û bingehîn bûn. Ez di wê baweriyê de me ku berê û niha jî Tirkiye û Qeter bi rêya şîrketan destekê didin tevgerê da ku serekftina wê ya desthilatdariyê misoger bikin."

Edîb ev li gotina xwe zêde kir: "Di encamê de ev piştevanî dê bandoreke erênî li Tirkiye û Qeterê bike. Ji ber ku her du piştgiriya rêxistinên îslamî yên siyasî dikin. Her wiha serkeftina tecrubeya Talîbanan xizmeta her du aliyan dike. Di heman demê de stargeheke ewle ji rêxistinên îslama siyasî re ava dike, nexasim ku zextên navneteweyî li ser her du welatan tê meşandin da ku pêşwaziya van rêxistinan li ser xaka xwe nekin. Alternetîfa li vir jî Efganistan e, ji ber ku rewşa wê ya siyasî rê li pêşiya pêşwazîkirina lîderên van rêxistinan vedike."

DERBEYÊN LI DIJÎ ÇÎNÊ Û PÊKANÎNA BERJEWENDIYÊN SIYASÎ

Mûnîr Edîb bal kişand ser awayê bikaranîna tevgera Talîbanê ji aliyê Qeter û Tirkiyê ve da ku derbeyan li Çînê bixin û Tirkiye xwe wek zilhêz bide xuyakirin da ku berjewendiyên siyasî pêk bîne û wiha dewam kir: "Bê guman rewşa Efganistanê dê bandoreke mezin li Ûygûrên Çînê bike ku ji desthilata Çînê zehmetiya bindestiyê dikişînin. Di encamê de ez texmîn dikim ku rêxistina El-Qaîde û Talîban dê di siberojê de derbeyan li Çînê bixin an jî dê bi awayekî din zextê lê bikin. Ev jî ji sedî sed dê bibe sedema aciziya Çînê. Ev liv û tevger tev de jî dê bi destê Tirkiyê pêk bên. Di encamê de ev yek awayên bikaranîna rêxistinên îslamî-siyasî ji bo berjewendiyên siyasî ji aliyê Tirkiyê û Qeterê ve zelal dike.

Piştî vekişîna Amerîkayê, nûnerên hikumeta Talîbanê bi navbeynkariya Qeterê, hevdîtin bi rayedarên amerîkî û ewropî re kirin. Ev hevdîtin bi îdiaya vekirina koorîdoreke biewle ji kesên dixwazin ji Efganistanê derkevin, şandina alîkariyên mirovî, rêzgirtina ji mafên jinan re, her wiha û da ku Efganistan nebe cihê komên terorîst hatin lidarxistin.

Metirsiyên ku pisporên kar û barên teroristan li ser hişyarî dabûn ku Efganistan di pêvajoya serweriya Talîbanê de wê bibe navenda teror û bazirganên madeyên hişbirê û rûdanên teqînên terorîst, bi cih hatin.

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Frank McKenzie di daxuyaniyekê de got: "Diyar e ku rêxistina El-Qaîde li hundirê Efganistanê hewl dide hebûna xwe vegerîne, her wiha hin çekdar di sînorê wê yê ne asê de derbasî welat dibin, lê zehmet e DYA`yê hejmaran tesbît bike."

JI TERORÊ RE CIHEKÎ EWLE

Rojnameya Washington Post diyar kir ku bi hezaran çekdar û alîgirên tevgera Talîbanê ji bo bersivdayîna bangên fermandar û oldarên bi bandor ên bi armanca pêşxistina karînên şerê yên tevgerê û zêdekirina pisporiya îdarî ji Pakistanê derbasî Efganistanê dibin.

Têkildarî vê yekê Mûnîr Edîb ev nirxandin kir: "Di serdema desthilata Talîbanê de, Efganistan ji komên tundraw û rêxistinên îslama siyasî re ji El-Qaîde bigire û heta bi DAIŞ`ê û rêxistinên din ên herêmî bûye cihekî biewle ku li herêma erebî hatine belavkirin."

Edîb îşaret bi piştgiriya tevgerê ji rêxistina El-Qaîde re kir û wiha dewam kir: "Tevgera Talîbanê rêxistina El-Qaîde pêşwazî kir ku teqînên 11`ê Îlona 2001`ê pêk anî, her wiha radestkirina damezrînerekî rêxistina El-Qaîde Osama bin Laden red kir. Wê demê jî lîderê Talîbanê û damezrînerê wê Mele Mihemed Omer ragihand ku Osama bin Laden mêvanê Efganistanê ye û dê radestî DYA`yê nekin." Edîb destnîşan kir ku tevger hîn jî rêxistina El-Qaîde û rêxistinên îslama siyasî hembêz dike.

Ji bo ku Efganistanê nebe cihê rêxistinên îslama siyasî û çeteyên DAIŞ`ê, Edîb hişyarî da û wiha dewam kir: "Sedemên vê yekê jî stratejiya Efganistanê ye ku ji aliyê siyasî, erdnîgarî û civakî ve ji van rêxistinan re, devereke bi ewle ye."

‘IHTÎMAL HEYE KU DI SIBEROJÊ DE ÊRIŞ PÊK BÊN’

Mûnîr Edîb bi domdarî got: "Ez bawer im dema ev rêxistin li hesabên xwe vegerin, dibe ku êrişî hêzên din bikin çi li welatên cîran an jî dewletên din ên dûrî erdnîgariya Efganistanê. Ji ber ku ev yek beriya niha jî pêk hatiye, rêxistinên terorîst di salên 90`yî de êrişî dewleta Misirê û çend welatên Ewropa kirin."

Edîb anî ziman ku di serdema hikumê Talîbanê de ne mumkin e rewşa Efganistanê aram bibe, ji lew re normal e sûcên qetilkirin û tundiyê werin pêkanîn, ji ber ku Talîban tevgereke tundraw e û hêviya guhartina îdeolojiya xwe ya li hundir tune ye.

EFGANISTAN; CIHÊ BAZIRGANÊN HIŞBIRÊ

Gelek rapor piştrast dikin ku tevgera Talîbanê di îdarekirina xwe de xwe dispêre bazirganên madeyên hişbir. Piraniya madeyên hişber jî bi qaçaxî ji Efganistanê di ser Îranê re derbasî Tirkiyê dibin û ji wir jî digihên komên mafyayê yên cîhanê.

Lîderê mafyaya Tirkiyê Sedat Peker di rêzetwît û vîdyoyên xwe yên berê de, dabû xuyakirin ku destên hikumeta Erdogan û wezîrên wê di dozên gendelî, bazirganiya madeyên hişbir û revandina pereyan de heye.

ALOZIYA MIROVÎ Û ABORÎ

Li Efganistanê sûcên qetilkirin û binpêkirina mafên mirovan û bêistîqrarî zêde ye, lewma Peymangeha Aborî û Aştiya cîhanî di 2021`ê de Efgistanê wekî dewleta herî bê ewle bi nav kir. Her wiha rewşa aborî ya Efganistanê jî kambax e û Komîteya Rizgarkirina Navnetweyî, Efganistana ku nifûsa wê derdora 40 milyon e, di cîhanê de qada herî xirab a pirsgirêka mirovî bi nav kir.

Der barê vê yekê de şêwirmendê Navenda Erebî û Lêkolînên Têkiliyên Navneteweyî û Aboriya Siyasî Ebûbekir El-Dîb ji ajansa me re axivî û got: "Piştî hatina Talîbanê û rawestandina alîkariyên mirovî, di dîroka heyî de Efganistan ber bi mezintirîn kaosa mirovî ve diçe, ji lew re divê dewletên cîhanê û rêxistinên mirovî piştgiriya gelê efganî bikin da ku welat ji wêrankirinê rizgar bikin. Hewcedariya Efganistanê bi 4 milyar dolar heye da ku rê li pêşiya birçîbûnê were girtin."

El-Dîb da zanîn ku piştî 4 mehan ji binkeftina hikumeta Efganistanê û hatina Talîbanê li ser desthilata Kabûlê, gelê efganî zehmetiya debar û feqîrtiyê kişandin.

SIBEROJEKE TARÎ

El-Dîb bal kişand ser siberoja Efganistanê û wiha dewam kir: "Di demeke ku rewşa aborî kambax e û vîrusa Koronayê giran e de kêmbûna alîkariyên ji derve tên û serwerkirina Talîbanê li ser Efganistanê bûn sedem ku hinek malbat ji neçarî zaorkên xwe bifiroşin."

El-Dîb di dawiyê de hişyariya li ser aloziya Efganistanê da û got rewşa Efganistanê dê bandoreke neyinî li cîhanê bike, nexasim Ewropa û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê cîhan bi wijdan tev bigere û welat ji hilweşandina aborî û civakî rizgar bike û divê cîhan alîkariya gelê Efgan bike."

(eh)

ANHA