​​​​​​​Li Tirkiyê 5 efrînî hatin girtin

Polîsên dewleta Tirk li 6 bajarên Tirkiyê operasyonên qirkirina siyasî kirin. Di operasyonan de 5 kesên ji Efrînê hatin girtin.

​​​​​​​Li Tirkiyê 5 efrînî hatin girtin
1 ÇILE, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirk li bajarên Osmaniye, Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Amed û Dîlokê 15 kesên ji Efrînê destgîr kirin.

10 kesên ji Efrînê piştî îfadeyê hatin berdan û ji bo ku werin dersînorkirin, şandin Navenda Şandinê ya Osmaniyeyê.

Her wiha A.F., A.D., B.B., Ş.M.S. û A.M. bi îdiaya ‘endamên rêxistinê ne’ sewqî dadgeriyê kirin. Dadgeriyê têkildarî 5 kesên ji Efrînê biryara girtinê da.