Dapîra Delê: Ez ê canê xwe ji bo hêzên ku vî bajarî diparêzin feda bikim

Delê El-Hemûd (80) tevî topbarana bênavber a dewleta Tirk a li ser navçeya Zirganê jî ji mala xwe dernakeve û dibêje "Ez ê canê xwe ji bo hêzên ku vî bajarî û hemû herêman diparêzin, feda bikim."

Dapîra Delê: Ez ê canê xwe ji bo hêzên ku vî bajarî diparêzin feda bikim
1 ÇILE, 2022   06:50
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya 21’ê Kanûnê li dijî Zirganê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabû û 14 kes jî birîndar bûbûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 22’yê Kanûnê de bersiv da hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Dapîra Delê El-Hemûd ji şêniyên Zirganê ya Hesekê ye û dibêje: "Ez cenê xwe fedayî hêzên ku vî bajarî û hemû herêman diparêzin, dikim. Ez digirîm, ji ber ku me û hêzên me tu zirar negihand tu kesî lê dagirker bê sedem êrişî me dikin."

Zirgan ji aliyê rojhilat ve bi qasî 30 km dûrî bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye û 75 km ji Hesekê dûr e, her wiha nêzî 1 km dûrî xeta agirbestê ya di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de ye.          

Dapîra Delê El-Hemûd bi van gotinan şeva êrişê vedibêje: "Dema ku bombebaran li ser bajêr zêde bû, min tirsek mezin hîs kir. Ez li quncikekî xênî rûniştim û topbaranê dest pê kir."

Di wê kêliyê de jî dapîra Delê El-Hemûd sewalên xwe ji bîr nake û dibêje: "Min berê xwe da sewalan da ku wan kontrol bikim, sewal jî ji bombebarana dewleta Tirk bê par neman, ji ber bombebaranê ziyaneke mezin gihaşt sewalên min."

Delê El-Hemûd piştî mirina hevjînê xwe, ji ber ku zarokên wê tune ne, bi tena serê xwe dijî û bi tena serê xwe kar û barên jiyanê dike. Dibêje ji destpêka bûyeran heta niha ew ji mala xwe derneketiye û tevî bombebarana berdewam a li ser bajêr, diyar dike ku ew ji mala xwe dernakeve.          

Dapîra Delê Hisên El-Hemûd di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku aramî û ewlehî vegere herêmê û wiha got: "Hêvîdar im Xwedê me û hêzên me ji dagirkeriya ku her tim me bombebaran dike, biparêze."

(dx)

ANHA