​​​​​​​Ezab El-Ebûd: Sîstema navendî ji krîzê re nebû çareserî

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Minbicê Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku çareseriya krîza Sûriyê tenê bi rêyên siyasî û beşdariya hemû gelê Sûriyê di avakirina destûreke nû de ye û tekez kir piştî têkçûna sîstema navendî hat îspatkirin, pêwîstî bi sîstemeke nenavendî heye.

​​​​​​​Ezab El-Ebûd: Sîstema navendî ji krîzê re nebû çareserî
1 ÇILE, 2022   01:38
MINBIC

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Minbicê û gundewarên wê Ezab El-Ebûd got: "Em niha di sala 11’an a krîza Sûriyê de ne, di bin şert û mercên dijwar de ku gelê Sûriyê di hemû astan de êşê dikişîne, Krîz ne tenê krîzeke siyasî û leşkerî bû, lê îro bûye krîzeke di hemû astan de kûr bûye û mûzaîka civakî hilweşandiye."

Ezab El-Ebûd wıha domand: "Di destpêkê de daxwazên reformên demokratîk ên giştî li Sûriyê hebûn, lê mixabin ew pirojeya ku ji aliyê opozîsyonê ve hat pêşkêşkirin, ne projeyeke altarnatîfa rejîmê bû, ji ber ku piştî destwerdanên derve bû amûrek ji bo xizmetkirina projeyên derve û biryara xwe kontrol kir."

‛ÇAREYA LEŞKERÎ BI BIN KET’

Têkildarî binketina çareya leşkerî Ezab El-Ebûd ev tişt anî ziman: "Çareseriya leşkerî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bi ser neket ku, ku îro hewl dide vegere rewşa berî sala 2011'an û rewşa heyî ji bîr dike, çi bi hebûna rêxistinên terorîst çi jî li ser projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi beşdariya hemû pêkhateyan di avakirna pêşerojeke nû de ku dawî li êşên Sûriyê bîne, çareseriyên siyasî û dîplomatîk ên herî baş ji aloziya Sûriyê re pêşkêş kirin."

El-Ebûd nîşan da ku aloziya Sûriyê ji çareseriyê dûr ketiye. Ji ber pabendbûna rejîmê bi heman zihniyetê, zihniyeta dûrxistin û biçûkxistinê ye. Her wiha got: "Em bi gelê bajarê Minbicê û kolana Sûriyê re rasterast di nava têkiliyan de ne. Gelek axaftin hene ku li deriyên di bin kontrola hikumeta Şamê de welatî tên îhanetkirin, ji wê zêdetir jî welatiyan neçar dikin pereyan bidin heta ku derbasî herêmeke din bibin."          

Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku îro gelê Sûriyê benda tirsê şikandiye û hejmarek welatiyên herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de hene ku ji bo lêgerîna ewlehî û aramiyê yan jî ji bo kar derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne. Ji ber ku rewşa aborî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû herêman baştir e, lê rêjîm her dem astengiyan derdixe û bi her awayî bi propegadeyan şerê projeya Rêveberiya Xweser dike.

Ezab El-Ebûd diyar kir ku krîza Sûriyê welatiyê Sûriyê kiriye amûrek di destê saziyê ewlehiyê û dezgehên desthilatê yên rejîmê de, bi taybet li herêmên rûbirûyî lihevanîn wek hikumeta Şamê bi nav dike. Lê şert û mercên ewlehî hîn dijwar in û ev yek jî nîşana têkçûna rejîma navendî ku di çareserkirina krîzê de ye.

Ezab El-Ebûd wiha dom kir: "Em her dem tekez dikin ku çareseriya krîza Sûriyê dê tenê bi rêyên siyasî û dîplomatîk û beşdariya hemû gelê Sûriyê di avakirina destûreke nû de be, ku dawî li êş û azarên Sûriyê bîne û divê sîstema demokratîk li Sûriyê were belavkirin da ku gelê Sûriyê bi azadî û rûmet bijî."

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ezab El-Ebûd li bajarê Minbicê û gundewarên wê wiha bi dawî kir: "Em Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo avakirina civakeke demokratîk û exlaqî ku xwedî li xweseriyê derkeve, em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku karibin xwe bi rê ve bibin, aşt û edaleta civakî pêk bînin."

(dx)

ANHA