Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarokê Ezazê ve gundên navçeya Şera bi obîsan topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera topbaran dike
1 ÇILE, 2022   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de ji bajarokê Ezazê ve gundên Merenaz, Şewarqa û Kela Şewarqa yên navçeya Şera bi obîsan topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, heta niha nêzî 20 obîsan li wan gundan ketine û topbaran berdewam e.

ANHA