Şêniyên Zirganê: Ew kesên îdia dikin misilman in dûrî ol û exlaq in

Di demekê de ku welatî hêviya saleke biewle dikin, artêşa Tirk di êrişên xwe de jin, zarok û perestgehan topbaran dikin, ji lew re ew kesên îdia dikin ku misilman in, di rastiyê de dûrî ol û exlaq in.

Şêniyên Zirganê: Ew kesên îdia dikin misilman in dûrî ol û exlaq in
1 ÇILE, 2022   08:29
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Bi rasthatina sersalê û amadekariya welatiyan ji pêşwazîkirina sala nû re, artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî navçeyên Zirgan û Til Temir kir, komkujî li dijî welatiyan pêk anîn û mizgeft hedef girtin.

Roja pênşemê artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî navçeya Zirganê kir, di encamê de du jin û zarokeke 2 salî şehîd bûn, her wiha 5 kesên din birîndar bûn û mizgefta mezin a Zirganê hate hedefgirtin.

Şêniyên bajarokê Zirganê têkildarî êrişên dawî yên artêşa Tirk ji ajansê re axivîn.

Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Ehmed Hemîd ê ji niştecihê Zirganê axivî û got: "Em nêzî mizgeftê bûn û dengê topbaraneke dijwar hat, em li ser devera hatiye hedefgirtin, mat man ku ew jî mizgefta bajarok bû û di encamê de welatiyekî nimêj dikir birîndar bû."

Hemîd wiha domand: "Heta bi zarok, jin, mizgeft, malên sivîlan û sewal ji sûcên dagirker nefilitîn. Ew kesên navên misilmanan li xwe dikin dûrî ol û exlaq in."

Hemîd di dawiyê de piştrast kir ku ew li dijî dagirkeriya Tirk in, dev ji erda xwe bernadin û careke din mizgeft paqij kirin û bi vê yekê isbat kirin ku tu kes nikare vîna welatiyan têk bibe.

Hevserokê Meclisa Navçeya Zirganê Salih Simo axivî û got: "Ji destpêka dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gihaştine nêzî herêmê û bajarê Serêkaniyê dagir kiriye, em zehmetiya hebûna wan sûcdaran li ser sînorê bajar û gundê me dikişînin. Di mehên dawî de artêşa Tirk asta êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kiriye û gundên niştecih lê hene hedef digire. Di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn ku piraniya wan jin û zarok in, her wiha bi dehan birîndar bûn."

Simo ev li axaftina xwe zêde kir: "Em di dawiya sala 2021`ê de ne û di demekê de şêniyên herêmê hêvî dikin sala nû sala aştiyê be, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêviyên welatiyan guhartin û komkujiyên nû pêk anîn, di encamê de jin û zarok bûn qurban û ziyanên madî çêbûn."

Di dawiyê de Simo bang li dewletên garantor  "Rûsya û Amerîka", her wiha NY`yê û rêxistinên hiquqî û mirovî kir ku bi erka xwe rabin û dawî li êrişên dewleta Tirk bînin.

(eh)

ANHA