​​​​​​​Koçberên Efrînê avahiyên mêtingehiyê red kirin

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê avahiyên mêtingehiyê yên li kantona Efrînê ya dagirkirî, ku bi fînans û piştevaniya rêxistinên hin dewletên Kendavê ne, red kirin. Li ser vê yekê bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze.

​​​​​​​Koçberên Efrînê avahiyên mêtingehiyê red kirin
1 ÇILE, 2022   00:40
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ev 4 sal in, hîn jî dewleta Tirk a dagirker guhartina demografiya kantona Efrînê ya dagirkirî, berdewam dike û malbatên çeteyan li malên niştecihên resen bi cih dike.

Dewleta Tirk a dagiker bi piştgiriya rêxistinên Ewropa, Kendavê û bi çavdêriya rêxistina "Afat" a tirkî avahiyên mêtingehiyê li piraniya bajar û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî, ava kirin.

Ji beriya mehekê çeteyên "Siltan Silêman Şah" ku li gorî perspektîfên MIT`ê tev digerin, li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li navçeya Şiyê avahiyên mêtingehiyê yên din ava dikin, da ku malbatên çeteyan li ser dirêjahiyê xeta sînor bi cih bikin, ew jî piştî piranî şêniyên Şiyê yên resen bi darê zorê koçber kirin .

/kr/uploads/files/2021/12/31/202130_-.webp

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mihemed Reşîd ê koçberê kantona Efrînê ya dagirkirî bûye axivî û got: "Ji beriya 4 salan ve dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewldana têkbirina nîşaneyên ku Efrîn herêmeke Sûriyê ye, dike. Isbata vê yekê jî guhartina demografiya herêmê û avakirina avahiyên mêtingehiyê ye. Da ku malbatên çeteyan lê bi cih bike."

Reşîd piştgiriya rêxistinên girêdayî hin dewletên Kendavê ji dewleta Tirk re da ku avahiyên mêtingehiyê ava bike, mîna Qeter û Kiwêtê, şermezar kir. Ji ber ew rêxistin destekê didin ku demografiya herêmê ji tevahî aliyan ve were guhartin.

Reşîd îşaret pê kir ku ew niyeta dewleta Tirk û hêzên hegemonîk a li herêmê dizanin.

Mihemed Reşîd di dawiyê de soza berdewamkirina berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk da, heta Efrîn rizgar bibe û vegerin warên xwe.

/kr/uploads/files/2021/12/31/202050_-.webp

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Hesna Hesen axivî û avakirina avahiyên mêtingehiyê û bicihkirina çeteyan li kantona Efrînê ya dagirkirî, nexasim li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê yê li navçeya Şiyê red kir.

Hesna Hesen diyar kir ku ruxmî hemû sûcên dewleta Tirk li dijî niştecihên Efrînê yên resen, avahiyên mêtingehiyê jî ava dike û hejmara wan gihaştiye 22 avahiyan.

Hesna Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk hewl dide aloziyên xwe yên aborî, leşkerî û siyasî derxe derveyî welat û li ser xaka dewletên cîran, destkeftiyan qezenc bike. Lê ji dêvla hikumeta Erdogan aboriya Tirkiyê rizgar bike, piştî hilweşîna  pereya Tirkiyê, avahiyên mêtingehiyê bi fînansên rêxistinên Kendavê li Sûriyê ava dike."

Hesna Hesen di dawiyê de soza berxwedana li dijî dewleta Tirk a faşîst da û got, dewleta Tirk a dagirker nikare vîna wan têk bibe û girêdana wan bi Efrînê re qut bike.

/kr/uploads/files/2021/12/31/202114_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Xelo jî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk, nexasim Efrîna dagikirî şermezar kir.

Xelo destnîşan kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike, ji lew re divê civata navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Mihemed Xelo diyar kir ku dewleta Tirk hewldana bicihkirina malbatên çeteyan li ser sînorê sûrî-tirkî dike, herî dawî jî li navçeya Şiyê bi cih kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanc ji vê yekê civakê bi kar bîne û diyar bike ku şêniyên Efrînê tirkmen in, ne kurd in."

(eh)

ANHA