Ciwanan şehîdên Kobanê li cihê komkujiyê bi bîr anîn

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şehîdên komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê pêk anîbûn, li cihê komkujiyê bi bîr anîn.

Ciwanan şehîdên Kobanê li cihê komkujiyê bi bîr anîn
Ciwanan şehîdên Kobanê li cihê komkujiyê bi bîr anîn
Ciwanan şehîdên Kobanê li cihê komkujiyê bi bîr anîn
Ciwanan şehîdên Kobanê li cihê komkujiyê bi bîr anîn
Ciwanan şehîdên Kobanê li cihê komkujiyê bi bîr anîn
31 kanûn, 2021   17:20
KOBANÊ

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşmeyên banga tolhildanê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk meşek li dar xist.

Piştre li cihê êrişa hewayî ya 25'ê Kanûnê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn û 4 birîndar bûn, kom bûn.

Ciwanan li mala ku hate hedefgirtin gul danîn û mûm pêxistin.

ANHA