Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Têkildarî êrişên li dijî herêm, meclis û rêveberiyên Kantona Hesekê piştrast kirin ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê, israra gelê herêmê ya li ser berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê zêde dike.

Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Sazî û meclisên kantona Hesekê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
31 kanûn, 2021   17:13
HESEKÊ

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeyên Zirgan û Til Temirê, meclisên bajar û navçeyên kantona Hesekê û Saziyên Malbatên Şehîdan ên Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê di çalakiyên cuda ye daxuyaniyek hevbeş da. Her wiha mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê, bajarok û navçeyên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisên Malbatên Şehîdan, bi dehan şervanên hêzên leşkerî û ewlehiyê yên herêmê, her wiha rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Saziyên Civaka Sivîl a kantonê beşdarî çalakiyê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê  hatin şermezarkirin û hate gotin ku ev êriş bi armanca derbekirina ewlehî û îstiqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina wê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Artêşa Tirk 25`ê vê mehê li dijî sivîlên li keleha berxwedanê Kobanê komkujî pêk anî, di encamê de 5 kes şehîd bûn, li aliyekî din jî beriya hefteyekê êrişî bajarokê Zirganê kir û 4 welatî şehîd bûn. "

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk û çeteyên wê roja pênşemê welatî hedef girt û wiha dewam kir: "Komkujiyeke nû pêk anî û ev jî li rêzesûcên şer li dijî sivîlên navçeya Zirganê û gundên biewle zêde dibe. Artêşa Tirk bi topan malên welatiyan hedef digire û li ser vê yekê du jin û zarokek şehîd bûn û 5 kesên din birîndar bûn. "

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hedefgirtina mizgeft û perestgehê li navenda Zirganê.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû bi komkujiyên nû yên ji aliyê terora Erdogan ve pêşwazî dikin. Evy ek li pêşberî çavên civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, hêzên garantor Rûsya û Amerîka pêk tê."

Meclisan di daxuyaniyê de êriş û helwestên bêdeng şermezar kirin û bang li civata navneteweyî û hêzên garantor "Rûsya û Amerîka" kir ku li hemberî van sûcan helwestekê nîşan bidin û van sûcan bi dawî bikin

Her wiha bang li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku şahiyên serê salê veguherin duayan, serdana goristanên şehîdan û pêxistina mûman li ser gorên wan.

Çalakî bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdên van goristanên Şehîd Dijwar, Berkevirê û Til Temir bi dawî bû.

(eh)

ANHA