Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk zêde dibin

Meclisa Bajarê Qamişlo êrişên artêşa Tirk ên li dijî Zirgan û Til Temir şermezar kirin û xîtabî dewletên îslamî yên ku sûcên Tirkiyê dibînin û tevnegerin, kir û got: "Hûn şirîkên van sûcan in."

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk zêde dibin
31 kanûn, 2021   17:39
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişlo, di nav de endamên meclisa bajar li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Zirgan û Til Temir şermezar kirin.

Serokê Meclisa Olî ya Qamişlo Şêx Elî Mihemed Emîn Resûl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokan û hedefgirtina mizgeftan hatin şermezarkirin û wiha hate destnîşankirin: "Ev kiryarên ne ji kiryarên kesên  ku xwedê nas dikin û baweriya xwe pê tînin. Ev êriş dermirovî û exlaqî ye, ji ber ku mirov li cem xwedê pîroz e, wê demê çawa îdia dike ku baweriya wê bi xwedê tê û bê guneh tişta xwedê pîroz kiriye, qetil dike? Mafê tu zindiyekî nine ku ku rihekî qetil bike."

Di berdewamiya daxuyaniyê ev hate diyarkirin:  "Em ji hemû dewletên îslamî re yên ku îro dibin şahidên sûcên Tirkiyê, ji zilim û komkujiya li dijî gelan pêk tîne û tevnagerin re dibêjin, hûn şirîkên van sûcan e."

(eh)

ANHA