‛Civaka navneteweyî berpirsê êrişên Tirkiyê li ser Zirgan û Til Temirê ye’

Kongra Star êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Zirgan û Til Temirê şermezar kirin û civaka navneteweyî berpirsê sûcên dagirkeriyê û çeteyên wê dît û b ang li tevahî jinan kir têkoşînê bilind bikin û ji bo sekna li hember êrişan li dora QSD’ê bicivin.

‛Civaka navneteweyî berpirsê êrişên Tirkiyê li ser Zirgan û Til Temirê ye’
31 kanûn, 2021   16:14
HESEKÊ

Têkildarî mijarê Kongra Star a Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Akademiya Şehîd Berçem a li Dirbêsiyê ji hêla endama rêveber a Kongra Star a Zirganê Delal Mehmûd ve hate xwendin û gelek endamên Kongra Star beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji dema ragihandina projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve herêmên me ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin, di encamê de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin, welatî hatin qetilkirin ji nav wan zarok û jin hebûn, her wiha bi hezaran welatî koçber bûn.

Jinên herêmên dagirkirî li pêş çavên cîhanî û bêyî ku civaka navneteweyî dengê xwe bike, rastî qetilkirin, tecawîzkirin û revandinê hatin.

Ev êriş ranewestîn, lê belê faşîzma Tirk siyasetên xwe yên dijminane li hember gel û neteweyên dîtir zêde kirin û destwerdana xwe li karûbarên dewletên cîran rewa dike, da ku armancên xwe yên dagirkirinê pêk bîne.

Çiqas Rêveberiya Xweser an jî Hêzên Sûriya Demokratîk operasyonên xwe li dijî cêwiya faşîzma Tirk "DAIŞ’ê" pêk anî, êrişên dagirkiriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Her wiha dibe ku operasyona QSD’ê ya dawî û girtina emîrên DAIŞ’ê derbeyeke mezin li dijî dewleta Tirk bû, ji ber destekê dide rêxistina terorê.

Ji ber wê dewleta Tirk û çeteyên wê di van demên dawî de bi awayekî hovane Zirgan û Til Temirê topbaran dikin, di encamê de du welatiyan jiyana xwe ji dest da û endam Şaredariya Gel a bajarokê Til Emîr Cemala Mûsa El-Xelef şehîd bû, ew jî tolhildana ji operasyona ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê pêk aniye.

Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û dibêjin Rûsa û DYA’yê berpirsên kiryar û sûcên dagirkeriya Tirk in, ji ber ew her du dewletên garantor ên agirbestê bi dewleta Tirk re ne.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku êrişên xwe yên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî dikin li hember sûcên li dijî welatiyan pêk tên bi erkên xwe rabin.

Em bang li tevahî jinan dikin têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo sekna li hember dagirkeriya Tirk li dora QSD’ê bicivin. Ji ber bi pêşengtî û vîna jina azad têkbirina faşîzma Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger dibe."

Di dawiyê de diruşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şehîdan hatin berzkirin.

(fr)

ANHA