‛Heta bi sal dirêj bikin jî, em ê çalakiya xwe berdewam bikin’

Endamê komîteya amadekar a çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê Xemîs Xidir da zanîn ku heta niha kesên beşdarî çalakiyê bûne 6 hezar e û teqez kir ku heta bi salan be jî ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.

‛Heta bi sal dirêj bikin jî, em ê çalakiya xwe berdewam bikin’
‛Heta bi sal dirêj bikin jî, em ê çalakiya xwe berdewam bikin’
‛Heta bi sal dirêj bikin jî, em ê çalakiya xwe berdewam bikin’
‛Heta bi sal dirêj bikin jî, em ê çalakiya xwe berdewam bikin’
‛Heta bi sal dirêj bikin jî, em ê çalakiya xwe berdewam bikin’
29 kanûn, 2021   18:19
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Çalakiya konvedanê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên gerîla li dar xistiye berdewam e. Ligel wê jî berpirsên PDK’ê bi xemsarî nêzî xwestekên malbatên şehîdan dibin û deriyên ji bo alîkariyên mirovî ji bo zextkirina li çalakgeran ku çalakiyên xwe bi dawî bikin, girtin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya HPG’ê, çekdarên PDK’ê di 28-29’ê Tebaxê de kemînek ji 7 gerîlayan re li Xelîfanê danî, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek birîndar hate dîlgirtin û gerîlayek din jî xwe gihand nuqteya xwe.

Tevî çalakî ji 5 Cotmehê ve berdeawm in, lê sûcdaran tu daxuyanî nedan û tu gavên ji bo bersivdayîna xwestekên dayikan pêk neanîn. Têkildarî vê yekê endamê komîteya amadekar a çalakiyê Xemîs Xidir wiha got: "Israra li ser nedayîna cenazeyên gerîla azarên dayikan zêde dike. Lê xwestekên dayikan bi dawî nabin, heta sal jî derbas bibin. Dê dayik xwestekên ji bo eşkerekirina çarenûsa zarokên xwe berdewam bikin."

Têkildarî hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xemîs Xidir ev tişt anî ziman: "Rojane bi dehan şênî tev li çalakiyê dibin, heta niha nêzî 6 hezar kes tev lê bûne. Nêz an dereng divê PDK’ê bersiva xwestekên çalakgeran bide."

Xidir da zanîn ku li şûna PDK’ê bersiva xwestekan bide, deriyên sînor girtin û wiha domand: "Girtina deriyan dikeve xizmeta siyaseta dagirkeriya Tirk, a ku dixwaze destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê têk bibe."

Li deriyê Sêmalkayê ji 86 rojan ve çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan berdewam e. Bi hezaran şênî, malbatên şehîdan, endam û nûnerên saziyên sivîl, civakî, siyasî û hiqûqî yên Rojava, rêxistinên hiqûqî û Nivîsgeha Karûbarên Olî û oldaran berê xwe da konê çalakiyê.

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê jî tev li çalakiya konvedanê bûn, di vê çarçoveyê de Xidir ev tişt got: "PDK’ê bersiva xwestekên ciwanan neda, lê belê bi keviran êrişî wan kir û bi hincetên derew deriyên Sêmalka û Welîd girtin."

Xidir wiha bi dawî kir: "Em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan çalakiya xwe berdewam bikin û heke bi salan dirêj kir jî em çalakiyê berdewam bikin."

(fr)

ANHA