Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên xwe yên salê li Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xistin

Civînên sale yên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Reqa, Minbic û Dêrazorê bi gelek biryarên ji bo sala bê bi dawî bûn.

Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên xwe yên salê li Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xistin
Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên xwe yên salê li Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xistin
Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên xwe yên salê li Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xistin
Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên xwe yên salê li Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xistin
Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên xwe yên salê li Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xistin
Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên xwe yên salê li Reqa, Minbic û Dêrazorê li dar xistin
29 kanûn, 2021   17:51
DÊRAZORNAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryara civîna Reqayê, divê xebat li ser zanakirina civak, jin û mêran bi rêya wane, serdan, semîner û hemleyên fikrî werin zêdekirin û projeyên aborî werin firehkirin da ku bêkariyê têk bibin.

Di civînê de hate nîqaşkirin ku divê komîteyên din ên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya werin aktîfkirin, têkilî bi rêxistinên jinan re werin danîn ku piştgiriya jinên bî were kirin, ji nû ve akademiya jinan were aktîfkirin û gelek jin tev li akademiyê bibin.

Civîn li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi diruşma "Şoreşa ku jin tê de tune be tu serkeftinê bi dest naxe" li dar ket. Di civînê de endam û endamên rêveber ên Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û rewşenbîr amade bûn.

Di civînê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa û gundewarên wê Îtîmad El-Ehmed axivî û bixêrhatina jinên beşdar kir û bang li jinên Reqayê kir ku ji bo bidestxistina azadiya fikirî ji wan re û ji tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê re ked bidin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen El-Xelef rapora salê ya taybet bi kombûnê ya li ser xebatên 2021’an xwend.

Her wiha seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Leyla Qehreman rewşa siyasî nirxand û behsa bûyerên siyasî yên herêm tê re derbas bûne kir.

Leyla Qehreman wiha got: "Dagirkeriya Tirk li pêş projeya Rêveberiya Xweser û azadiya jinê disekine, nîşaneya herî nêzî jî piştevaniya wê ji çeteyên DAIŞ’ê ku sûcên dermirovî kirine. Her wiha ambargoya li dijî herêm ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e."

Li Minbicê jî, Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna xwe ya salê bi diruşma "Bi têkoşîn û berxwedana me em ê yekitiya jinên Minbicê ava bikin" li dar xist. Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbic bi beşdariya endamên kombûn û saziyên jinan ên bajêr hat lidarxistin.

Endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Fadiye Resûl di destpêka axaftina xwe de spasiya tevahî jinên banga azadiyê dikin, kir û wiha got: "Bi rihê têkoşînê ya ji bo azadiya jinan, bi rihê Berxwedana Serdemê û sedan şehîdên azadiyê em spasiya tevahî jinên ji bo  azadiyê tev digerin dikin."

Li aliyekî din jî berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El-Elî rapora sale ya têkildarî xebatên 2021’an xwend.

Piştre cîgire Hevserokatiya Meclisa Rêveber Nûra El-Hamid encamnameyên civînê xwendin û ev in; xebat li ser rizgarkirina jinan ji qeydên civakê were kirin, ew jî bi rêya hemleyên zanakirina jinên Minbic û gundewarên wê, xebat li ser yekitiya vîna jinên Minbicê were kirin.

Nûra El-Hamid wiha got: "Her wiha dê xebat li ser perwerde û zanakiirna jinan were kirin, xebat weke komeke jinan ji bo têkoşîna li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan were kirin û parastina jinên di sazî û partiyan de were kirin."

Li Dêrazorê jî, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna sale ya 2021’an hate lidarxistin.

Civîna bi beşdariya nûnerên ji Kombûna Jinan a Zenûbiya li hola Meclisa Sivîl a herêma Sebe Kêlo hate lidarxistin.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Zenûbiya a Dêrazorê Şehrezad El-Casim rapora salê ya xebatên nivîsgehê xwend û nîqaş li ser astengiyên li hemberî wan hate kirin û plan hatin danîn.

Her wiha nîqaş li ser mekanîzmeya pêşxistina xebata nivîsgehê, xurtkirina rola jinan di civakê de û çareserkirina tevahî dozen girêdayî wê hatin nîqaşkirin.

Her wiha planên xebatê yên 2022’yan hatin danîn, ji wan jî berfirehkirina xebata nivîsgehê ku xwe bigihînin hejmareke mezin ji jinan, vekirina akademiyên taybet bi jinan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/94vSbej2sa8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>