Artêşa Tirk li gundewarê Girkê Legê welatiyek birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker gule ber bi gundê Banokiya yê Girkê Legê ve reşandin, di encamê de welatiyek bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk li gundewarê Girkê Legê welatiyek birîndar kir
29 kanûn, 2021   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gule ber bi gundê Banokiya yê bi ser Girkê Legê ve reşandin, di encamê de welatiyê bi navê Elî ku şivanê pez e û ji Til Hemîsê ye bi giranî birîndar bû.

Elî rakirin nexweşxaneya Dêrikê.

Li gorî agahiyên tenduristî gule li pişta Elî ketiye û derbasî kezebê reş bûye û rewşa wî ne baş e.

ANHA