Salih Muslim, îşev tevî  bernameya taybet a ANHA`yê dibe

Ajansa me îro bernameyek taybet li ser êriş û planên dewleta Tirk ên dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike. Mêvanê bernameyê Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim e.

Salih Muslim, îşev tevî  bernameya taybet a ANHA`yê dibe
26 kanûn, 2021   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk duh li Kobanê mala hemwelatiyek bi rêya SÎHA`yan bombebaran kir. Di encamê de 2 hemwelatî şehîd ketin, 7 jî birîndar bûn ku hinek ji wan giran in.

Beriya çend rojan dîsa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li navçeya Zirgan û Til Temirê jî komkujî pêk anî ku di encamê de 4 hemwelatî şehîd ketibûn û 14 hemwelatî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve jî, di rêveçûna civîna 17`mîn a Astana de, destpêkê Zirgan piştî civîna Astana jî Kobanê hat bombebarandin.

Her wiha dorpêçkirina herêmê, girtina dêriyê El Welîd û Sêmalka, hewildanên xurtkirina tevegera MÎT`ê li herêmê berdewam dike.

Beriya bidawîbûna sala 2021`an, ev êriş û hewildanên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên çi wateyê? Rûsya, Amerîka û hêzên navnetewî di êrişan de rolek çawa dilîzin?

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Salih Muslim di bernameya zindî a ANHA de wê bersivên van pirsan û pirsên girêdayî wê bide.

Bernameya taybet saet 20:00'an li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malper ajansa me û hesabên wê yên medya sanal wê bê weşandin.

Hûn dikarin li ser van lînkan bernamê bişopînin;

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA