​​​​​​​Li kampa Waşokanî ji zarokan re şahiya sersalê hate lidarxistin

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa navçeya Hesekê bi boneya sersala nû şahiyek ji bo zarokên koçberên herêma Serêkaniyê, li dar xistin.  

​​​​​​​Li kampa Waşokanî ji zarokan re şahiya sersalê hate lidarxistin
26 kanûn, 2021   13:33
HESEKÊ

Şahî li kampa Waşokanî ya li bajarokê Tiwênê yê dikeve rojavayê bajarê Hesekê hate lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan malbat û zarokên ku bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne, endamên Komîteya Çand û Hunerê ya meclisa Hesekê, amade bûn.

Di şahiyê de gelek çalakî û pêşandanên hunerî hatin lidarxistin.

Berdevka Komîteya Çand û Hunerê li Hesekê Efaf Hesekê diyar kir ku armanca lidarxistina vê şahiyê ji bo zarokan hewldanek e ku dilê zarokan kêfxweş bikin.

(dx)

ANHA