Kongra Star a herêma Firatê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser Kobanê da

Kongra Star a herêma Firatê li dijî bombebarana dewleta Tirk a duh li ser Kobanê daxuyanî da. Kongra Star soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê da.

Kongra Star a herêma Firatê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser Kobanê da
26 kanûn, 2021   14:07
KOBANÊ

Dewleta Tirk duh bi balafireke bê mirov maleke sivîlan li rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongra Star a herêma Firatê, li dijî vê bûyerê daxuyaniyeke devkî da.

Daxuyanî ji aliyê endama koordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn ve li qada Jina Azad hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

Em weke Kongra Star a herêma Firatê êrişa faşîzan a dewleta Tirk a li ser Kobanê, şermezar dikin. Di vê êrişê de daxwaza dewleta Tirk a tunekirina sazî û rêxistinên li vê herêmê diyar dibe. Her wiha hevgirtina dewleta Tirk a bi hêzên li vê herêmê re eşkere dibe. Dewleta Tirk ev cara 6`emîn e ku Kobanê bombebaran dike, ew dixwaze bi vê rêbazê moral, hêz û vîna gelê me lawaz bike.

Bersiva me ya li hemberî van êrişan heye bêguman. Em dibêjin; hûn nikarin hêz û vîna me tune bikin. Em hêzên hegomonîk ên ku qaşo garantor in, berpirsyarên van êrişan dibînin. Her wiha em kesên xwefiroş ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin û ev êriş bi riya wan tên kirin, şermezar dikin.

Em ê li hemberî van êrişan rêxistinbûna xwe xurtir bikin û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em tu carî bi van rêbazan nayên qirkirin, em xwedî projeya neteweya demokratîk in. Kobanê ya gelê wê ye û dê wiha jî bimîne. Em ê êdî bêdeng nemînin, ji lewre bangawaziya me ji bo her çar perçeyên Kurdistanê û kesên azadîxwaz ew e ku em ê êdî bi hev re dawiyê li faşîzma dewleta Tirk bînin.

Wê berxwedana me berdewam bike û heta ku azadiya me pêk neyê em ê her tim li ser piyan bin.

Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.