Hûsiyan navendên giring li Erebistana Siûdî topbaran kir

Koma Ensar Ellah El-Hûsî îro ragihand ku wan baregehên girîng li Cazan a Erebistana Siûdî bi moşekên Ballistic topbaran kir.

Hûsiyan navendên giring li Erebistana Siûdî topbaran kir
25 kanûn, 2021   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehiya Serî piştrast kir ku hêzên wan baregehên girîng ên Siûdî li Cazan bi 3 moşekên Ballistic kir hedef û armancên xwe pêk anî.

Serî wiha domand: "Ev hedefgirtin di çarçoveya bersivdayîna sûc  û êrişên dijminê siûdî û amerîkî de û ambargoya wan li ser welatê me hate kirin."

 (bx)