Serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê eşkere kir ku hêzên wan serçeteyekî DAIŞ`ê girtiye.

Serçeteyekî DAIŞ`ê hate girtin
25 kanûn, 2021   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî li ser hesabên xwe yên medyaya  civakî têkildarî mijarê agahî parve kirin.

Şamî got: "Hêzên me serçeteyekî herî xeternak ê DAIŞ`ê ku beşdarî gelek êrişan bûye; êrişa li ser Kobanê di sala 2014`an de û gelek komkujî li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girt."

Ferhad El-Şamî destnîşan kir ku Navenda Ragihandinê ya QSD`ê dê mikurhatinên serçete di demeke nêz de belav bike.

(bx)