Li herêma Cizîrê Cejna Noelê hate pîrozkirin

Suryanên kantona Qamişlo îro Cejna Noelê bi lidarxistina nimêjan pîroz kir û asûriyên Til Temirê jî di şahiya Noelê de teqezî li ser girêdana bi xakê ve kir.

25 kanûn, 2021   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rojiya 25 rojan, suryanên ertoduks ên kantona Qamişlo Cejna Noelê pîroz kir. Di saetên sibê de suryanan berê xwe dan dêran da ku nimêj û niyazan bikin da ku hezkirin û aştî di navbera şêniyan de belav bibe.

Piştê nimêjê berê xwe dan şêniyên ku îsal xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, sersaxî ji wan re xwestin, her wiha dêr û nivîsgehên partiya Yekitiya Suryanî hatin vekirin da ku  pêşwaziya pêkhateyan bikin.

Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê jî bi hatina cejnê re û di demekê de ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser gundewarên aşûriyan ên navçeya Til Temirê didomin dêr hatin vekirin.

Bi sedan aşûriyên navçeya Til Temir û gundewarên wê îro di saetên sibê de berê xwe dan dêra Meryem El-Ezra ya navenda navçeyê da ku cejna Noelê pîroz bikin.

Cejin bi lidarxistina rêûresmên olî yên taybet û pêxistina mûman hate pîrozkirin.

Sergon Yewnan ku ji Almaniyayê hatiye da ku cejnê li navçeya Til Temirê pîroz bike ji ANHA`yê re destnîşan kir ku cejnên Noelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî girîngiyeke taybete û wiha domand: "Cejin li Xabûr xwedî taybetmendiyeke mezintir e. Ji aliyê pêkhateyan ve tê pîrozkirin û ev jî nîşaneya yekitî û hevkariya hemû pîrozbahiyan de ye."

Sergon kêfxweşiya bi hatina cejnê eşkere kir û ev tişt anî ziman: "Yekitî sira hêzê ye. Ev yek ji dihêle ku em weke gelên herêmê li hember êrişan bisekinin û êrişên artêşa Tik a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê dê werin têkbirin."

Mîrna Serkîs jî cejna Noelê li hemû gelên herêmê pîroz kir û banga aştiyê kir.

 (bx)

ANHA