​​​​​​​Fîras Qesas: Hikumeta Şamê hewl dide îdeolojiya xwe ya zordest vegerîne

Hikumeta Şamê gazî ciwanên parêzgeha Dêrazorê kir ku wan di dewreyeke leşkerî re derbas bike û di şerên li dijî DAIŞ`ê de bi kar bîne. Muxalif û siyasetmedarê sûrî Fîras Qesas piştrast kir ku hikumeta Şamê ji van hewldanan armanc dike îdeolojiya xwe ya zordest dîsa vegerîne.

​​​​​​​Fîras Qesas: Hikumeta Şamê hewl dide îdeolojiya xwe ya zordest vegerîne
25 kanûn, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN - LÎLAV DÊWANÎ

Çalakvanên sûrî, hişyarî dabûn ku hikumeta Şamê ciwanên li parêzgeha Dêrazorê yên ku bi hikumetê re li hev hatine, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê gazî bi hezaran ciwanên Dêrazor, Meyadîn û Ebû Kemalê kir ku wan di dewreyeke leşkerî re derbas bike û ji bo pêkanîna armancên xwe, wan bide şerkirin.

Hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê modela lihevanînê ya li Derayê di Îlonê de pêk aniye, di meha Cotmehê de li Dêrazorê pêk anî.

`JI LIHEVHATINÊ BER BI MIRINÊ VE`

Di 21`ê Kanûnê de saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gazî zêdetirî hezar ciwanên ji Dêrazor, Meyadîn û Ebû Kemalê kir ku bi hikumetê re li hev hatine, da ku di dewreyeke leşkerî re ya 15 rojan li baregeha Lîwa 137’an a Firqeya 4`an a li Dêrazorê bibin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ew ciwan dê piştî dewreyê li beyara Dêrazorê li hember DAIŞ`ê şer bikin.

Muxalif û siyasetmedarê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Qesas got: “Hikumeta Şamê ne tenê bi armanca tunekirina DAIŞ`ê dê van ciwanan bi kar bîne, lê ew dixwaze wan li hember hemû kesên li pêşiya wê disekinin, bi kar bînin da ku careke din welêt bi giştî kontrol bike.

Qesas wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku hikumeta Şamê di şerê li dijî DAIŞ`ê ew qas ne cidî ye. Bi nêrîna min wî sûd ji teror û tundrawiyê girt. Tenê dema herêmên Sûriyê yên ne di bin kontrola xwe de ji nû ve kontrol bike, têkiliyan bi rojava re deyne û rewşa xwe di civata navneteweyî de çareser bike, wê di vî şerî de cidî be. Ji bo wê jî divê xuya bike mîna ku bi hêzeke mezin şerê DAIŞ`ê dike. Li cem wê ne xem e ku ev ciwan bibin qurbanî ku di şoreşê de piştgiriya hikumetê nekir. Ez behsa şêniyên Dêrazorê dikim.”

Ji zêdetirî 2 salan ve şaneyên DAIŞ`ê yên li beyara Sûriyê bi cih bûne, dem bi dem êrişî hêzên hikumeta Şamê dikin. Ruxmî êrişên hewayî yên Rûsyayê û desteka ku ji hêzên bejahî yên hikumeta Şamê re pêşkêş dike, lê heta niha nekarîn bermahiyên DAIŞ`ê tune bikin.

`WINDAHIYÊN JI BER KEMÎN Û ÊRIŞÊN DAIŞ`Ê`

Li gorî SOHR`ê bîlançoya kuştiyên li beyara Sûriyê dema di navbera 24`ê Adara 2019`an û heta dawiya Mijdara 2021`an, gihaşt hezar û 597 kuştiyan, di nav de çekên alîgirên hikumetê yên ji nasnameyên sûrî, herî kêm 3 leşkerên Rûs, 153 endamên komên alîgirên Îranê yên ne sûrî hene.

Hejmara kuştiyên DAIŞ`ê di heman demê de gihaşt hezar û 89`an.

`DIXWAZE SÛRIYÊ BI GIŞTÎ JI NÛ VE KONTROL BIKE`

Hewldanên hikumeta Şamê yên pêkanîna "çareseriyan" li bajarê Dêrezorê bû sedema nakokiyên berfireh. Siyasetmedaran diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji van "lihevhatinan" ew e ku gelê Sûriyê teslîm bigire û desthilata xwe ferz bike, hinên din jî pêvajoyên çareseriyê rexne kirin û got: "Li şûna ku çareseriyekê ji aloziyê re were dayîn, gotûbêj li ser lihevkirin û bicihkirina çekdaran ji herêmekê bo herêmeke din di hundirê Sûriyê de hate kirin.”

Muxalîfê siyasî Qesas, çareserî û lihevkirinên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine bicihanîn, ferzkirina teslîmbûnê li ser kesên girêdayî şoreşê yên li dijî wî û ji bo ferzkirina kontrola xwe li ser herêmên derveyî kontrola xwe û got: "Hikumeta Şamê baweriya xwe bi rêgeza diyalogê nake."

Fîras Qesas wiha dom kir: "Rejîma Sûriyê li ser çareserkirina krîza li welat li ser bingeha vegerandina rewşa welat bo rewşa berî sala 2011'an dike. Ew tenê bi zimanê hêza ku bi rêya wê hatiye ser desthilatê bawer dike û heta ku ew li gorî bandora wê nekeve, ev yek ji bo wî tê wê wateyê ku ew ê tu carî nekeve. Guhertina şeklê dewletê û ji nû ve avakirina peywendiya desthilatê bi civakê re bi awayên cihêreng, tê wateya rûxandina rejîmê. Ji ber vê yekê, eger rejîm bixwaze berdewam bike divê li gor rêyên siyasî, bîrdozî û pratîkî û li gorî navendên giraniyê ku hemû diherikin nav wê, berdewam bike.”

Qesas wiha pê de çû: "Ez bawer im ku dixwaze aloziya Sûriyê tenê bi rêya parastina deshtildara malbata El-Esed çareser bibe. Lihevhatin jî rêbazeke xapandiyê ku dixwazin herêmên ne di bin kontrola xwe de dîsa vegerîne û welêt vegerîne bin zordariya xwe.”

Qesas bal kişand ser armancên hikumeta Şamê yên pêkanîn û pêşxistina pêvajoya çareseriyê li Dêrezorê û got: "Armancên rejîmê ji van çareseriyan hene, ya herî girîng û sereke vejandin û asayîkirina desthilatdariyê li ser bîrdozî û armancên wê ye.”

`REŞKIRINA QSD’Ê Û SÎNORDARKIRINA NIRXÊN JIYANA HEVBEŞ`

Qesas wiha lê zêde kir: "Rejîmê tu derfet ji dest neda ku li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tehrîk bike. Hewl da ku hemû hewlên ji bo bicihanîna nirxên jiyana hevpar di navbera hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweser de ku bi prensîbeke li ser kar dikir, sabote bike û têk bibe. Rejîm di afirandina nakokiyan li dijî Rêveberiya Xweser ji hin ajanên xwe yên ku ji îdyolojiya nijadperestî ya partiya Baas ji pêkhateya Ereb bandor bûne, hewldanan dike.”

Muxalifê siyasî û serokê Partiya Nûjen û Demokrat Fîras Qesas bang li şêx û rûspiyên eşîran kir ku hay ji xefikên ku hikumeta Şamê çêdike û bi rêya wan hemû pêkhateyên herêmê û jiyana hevbeş dike armanc, hebin û li hemberî van çareseriyê qaşo rawestin bi rêya eşkerekirina armancên hikumeta Şamê û hişyarkirina li ser encamên wê.

Qesas di dawiya axftina xwe de got: "Divê rûspiyên eşîran û aktorên sereke yên civakî li herêma Dêrazorê hemû hewlên xwe bidin ji bo rêgirtin li gihandina rejîm ji armancên xwe yên dixwaze bi rêya van çareseriyan pêk bîne. Divê ew li pişt Rêveberiya Xweser bisekinin ji bo parastina herêmê û pêkhateyên wê û ji bo rêgirtina li vegerandina sîtemkariyê.”

(şx-dx)