​​​​​​​KNK’ê bi boneya Noelê peyamek da

KNK’ê bi peyamekê cejna Noelê pîroz kir û got “Em hêvî dikin li her derê cîhanê ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşîya mirovahiyê.”

​​​​​​​KNK’ê bi boneya Noelê peyamek da
25 kanûn, 2021   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî cejna Noelê pîroz kir.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Roja bûyîna Îsa Mesîh di cîhana mesîhiyê da rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25’ê Kanûna Pêşîn wek rojabûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan da bi qîmet in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perestgehên xwe de pîroz dikin. Li Kurdistanê nifûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Încîlê hene û hevwelatiyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNK’ê de jî hevwelatiyên mesîhî têne temsîlkirin.

Cejna Noelê nêzikî 2000 salan e li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi minasebeta vê roja pîroz, KNK di serî da Noela mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Em hêvî dikin li her dera cîhanê ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê.”