Ewlehiya Lubnanê li benda çareseriyê yan jî hilbijartinan e?

Çavkaniyên Lubnanê hişyariya cidîbûna rewşa xirab a aborî li welêt da. Her wiha piştrast kirin ku dema navbera dîroka hilbijartina parlementoyê ber bi aloziyan ve diçe.

Ewlehiya Lubnanê li benda çareseriyê yan jî hilbijartinan e?
25 kanûn, 2021   06:37
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Bi vegera xwepêşendanan re û li gel daxuyaniyên rayedarên lubnanî ku beriya hilbijartinan rewş aloztir bibe, Lubanan dîsa ket rojevê.

Herî dawî wezîrê karên hundir ê berê yê Lubnanê Merwan Şerbel got:" Gengaze bûyerên kuştinê beriya hilbijartinan pêk werin. Sîxûrên Îsraîlê dolaran distînin."

Gelek çavkaniyên wezarî û dîplomatîk ên rojavayî hişyarî dan ku dema beriya hilbijartinan, ber bi aloziyê ve diçe. Alozî wê ne tenê li qada siyasî be lê belê wê aloziyeke darayî û civakî rû bide.

Têkildarî mijarê pisporê leşkerî yên karbes Dr. Haşim Cebir ji ajansa me re axivî û hişyarî ji ber binkeftina rewşa ewlehî li Lubnanê da heke rewş li ser halê xwe ma, ji ber ku rewşa jiyanî, aborî û civakî her ku diçe xirabtir dibe û divê barên hêzên ewlehiyên zêde nebin.

Dr.Cabir wiha domand: “Hêzên ewlehiyê yên Lubnanê, di eşkerekirina sûcên cezayî de serkeftî ne, lê di sûcên xwedî taybetmendiyên siyasî ne xurt in.”

Dr.Cebir ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Heke rewş wisa bimîne, dibe ku şoreşeke birçîbûnê li dar keve. Gelek istixbarat li vî welatî hene û rewşa heyî ya binkeftî bi kar tînin. Dibe ku şoreş bê plankirin li dar keve yan jî plankirî be.”

Dr.Haşim Cebir di heman demê de destnîşan kir ku rewşa ewlehiyê li Lubnanê hîna di bin kontrolê de ye ruxmî parçebûna siyasî û civakî û heta hikumetê. Her wiha piştrast kir ku heke artêşa mudaxele nekir, çareseriyeke siyasî pêk nehat, rewş wisa ma, wê teqez şoreşek li dar keve û tevlihevî li welêt çêbibe.

Dr.Cebir wiha berdewam kir: “Wê demê gelo ji artêşê dê were xwestin ku mudaxele bike û şoreşa birçiyan biçewsîne? Ez bawer nakim ku artêş tiştek wisa ji bo xatirê desthilatdarê bike."

Metirsî hene ku piştî betlaneya cejan sersalê, careke din lubnanî dakevin kolanan û banga guhertinê bikin.

Li gel paşguhkirina civata navneteweyî aloziya Lubnanê û nakokiyên çîna siyasî û neçareserkirina rewşên siyasî, civakî û malî, heke rewşa heyî çareser nebe, teqez wê tevlihevî pêk were.

Li gel vê rewşê û asoya wê ya nediyar, gelek siyasetmedar û analîzvan, teqez dikin ku wê hilbijartin di wexta xwe de li dar kevin. Nexasim ku civata navneteweyî li bendê ye ku guhertinan bi xwe re bîne. Aliyên siyasî bi rastî jî dest bi nirxandina vebijark û hevbendên xwe di vî warî de kirin.

Li aliyekî din heke hilbijartin hatin derengxistin an ku taloqkirin, wê pêwîstî bi lidarxistina diyalgokeke nû di navbera aliyên Lubnanê de hebe da ku li ser bingeha lihevkirina Taêf pergeleke nû ji nû ve saz bikin.

Encamên van bûyeran çi dibe bila bibe, lê yê teqez ew e ku rewşa li Lubnanê metirsîdar û xeter e. Asoya wê ne diyar û bi tirs e. Ji ber ku gelek alî plan dikin ku ev welat ji bin barê aloziyan dernekeve ku ji karîna hêzên wê yên leşkerî mezintir in ku heta vê kêliyê ewlehî parastiye.

Ji ber nebûna berpirsyariyê, mijulbûna aliyên siyasî bi maijrên din û beza wan ku cihên xwe biparêzin, welatiyê lubnanî di van rojan de rojên xwe yên herî dijwar dijîn.

(şx)

ANHA