ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2021
25 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 82’ê de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê êla Şerabîn diyar kir ku ew amade ne li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê terka xaka xwe nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta Şamê gazî ciwanên parêzgeha Dêrazorê kir ku wan di dewreyeke leşkerî re derbas bike û di şerên li dijî DAIŞ`ê de bi kar bîne. Muxalif û siyasetmedarê sûrî Fîras Qesas piştrast kir ku hikumeta Şamê ji van hewldanan armanc dike îdeolojiya xwe ya zordest dîsa vegerîne. (BI WÊNE).

- Girtiyekî berê di girtîgehên  faşîzma dewleta Tirk de behsa zextên dewleta faşîst ên li dijî girtiyan kir û got, ev zext  fikir û bedana mirovan xirab dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê berxwedana şêniyên Zirgan û Til Temirê silav kirin û gotin, Tirkiyê hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û nikare bibe aliyek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê siyasî û pisporê karûbarên Tirkiyê got, divê sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bên lêkolînkirin. (BI WÊNE).

JIN

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan di sala 2021'an de di qadên siyasî, dîplomasî, aborî û rêxistinî de gelek destkeftî pêk anîn. Rêxistinên jinan asta çalakiyên xwe zêde kirin da ku xwe bighînin beşeke herî mezin a jinan û destekê bidin wan ku maf û azadiya xwe bi dest bixin. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Çavkaniyên wezarî yên berê yên Lubnanê hişyariya cidîbûna rewşa xirab a aborî li ser rewşa giştî û aramiya li welêt da. Her wiha piştrast kirin ku dema navbera dîroka hilbijartina parlementoyê ber bi aloziyan ve diçe. (BI WÊNE).

ANHA