Berdevkê êla Şerabîn: Em amade ne li dijî artêşa Tirk bisekinin

Berdevkê êla Şerabîn diyar kir ku ew amade ne li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin û got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê terka xaka xwe nakin.

Berdevkê êla Şerabîn: Em amade ne li dijî artêşa Tirk bisekinin
25 kanûn, 2021   02:51
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk û çeteyên wê asta êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, nexasim di demên dawî de ku êrişî herêmên navçe û bajarokên bakurê kantona Hesekê kir, li hemberî vê yekê û bêdengiya navneteweyî di serî de Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, gelê herêmê bertekan nîşan didin.

Berdevkê êla Şerabîn a li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif Hemdûn ji ANHA`yê re axivî û got: "Divê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin sekinandin. Em tevde leşker in û ji vê yekê re amade ne."

Roja sêşema derbasbûyî artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî navçeyên Zirgan û Til Temirê yên girêdayî kantona Hesekê kirin û roja çarşemê hewl dan bikevin hin nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Suryanî.  

Têkildarî mijarê Hemdûn destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer li dijî mirovahiyê pêk tînin û dewleta Tirk a dagirker bi cîrana ne baş wesif kir. Hemdûn ev li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker rêya aştiyê nas nake û wekî bermahiyên civakê ye, heta nexwedî çanda îslamî ye jî, isbata vê yekê sûcên li dijî mirovahiyê de pêk tîne."

Berdevkê êla Şerabîn wiha dewam kir: "Her wiha kesên navên artêşa niştimanî ya sûrî li xwe kirine ne artêşa niştimanî ye û nexwedî rêgez in jî, dilovanî û rehem di dilên wan de tune ye, şerê sûriyan dikin. Erdogan ê ku xwe wekî xelîfeya misilmanan nîşan dide, ne mislim e, lê ew xelîfeya DAIŞ bi xwe ye."

Mihemed Arif Hemdûn bang li gelê herêmê û eşîrên wê yên Ereb kir ku amade bin û ev lê zêde kir: "Dewleta Tirk, dewleteke xwedî fikirekî tundraw û îxwanî ye. Em bang li gelê xwe dikin ku hevgirtî bin da li dijî gefan bisekinin û xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin, ji ber ku dijmin yek e û hemû pêkhateyan dike hedef."

Hemdûn bêdengiya Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî rexne kir û bang li wan kir ku helwestekê nîşan bidin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sûriyan rawestînin.

Roja pêşnşema derbasbûyî rûspî û şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji navenda navçeya Til Temir êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeyên Til Temir û Zirganê şermezar kirin û pişrast kir ku gelê herêmê amade ne parastina herêmên xwe bikin.

(eh)

ANHA