Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin

Bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera şêniyên Efrînê yên li herêma Cizîrê de û zêdekirina girêdana wan bi pêkhateyan re, îro Komcivîna Damezrîner a Kombenda Efrînê ya Civakî li dar ket û bi hilbijartina 13 rêveberên kombendê û biryarên girîng bi dawî bû.

Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
Kombenda Efrînê ya Civakî hate avakirin
24 kanûn, 2021   20:05
QAMIŞLO

Bi armanca naskirina şêniyên herêma Efrînê, çanda wan û xurtkirina têkiliyên wan bi hemû pêkhateyên herêma Cizîrê re da nûnertiya şêniyên Efrînê yên li herêma Cizîrê li gel aliyên fermî bikin û pirsgirêkên wan ên civakî çareser bikin, îro Komcivîna Damezrîner a Yekemîn a Kombenda Efrînê ya Civakî bi dirûşmeya "Em ê vegerin" li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar ket.

Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, nûnerên saziyên rêveberiyê yên Rêveberiya Xweser, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger, rewşenbîrên herêma Cizîrê û şêniyên Efrînê yên li herêma Cizîrê beşdarî komcivînê bûn.

Destpêkê hunermendê Efrînê Ecîb Îbrahîm çend stran gotin. Dûvre bi navê komîteya amadekar Menan Cafer bixêrhatina beşdaran kir û ev lê zêde kir: "Piştî hewldanên mezin û zehmet me karî vê komcivînê li dar bixin, ev jî cihê kêfxweşî û hêviya efrîniyan e. Em hêvî dikin di zûtirîn dem de vegerin Efrînê. Lê divê em yekitiya hêza xwe ava bikin û deverek hebe efrînî berê xwe bidin wir ji lew re me ev kombend damezrand."

Menan Cafer di dawiyê de got: "Efrîn birîneke nayê girtin, lê divê em heta vegera li xaka xwe li ber xwe bidin û tê bikoşin. Em ê terka Efrînê nekin û ew ê her tim hewldana vegerê bikin."

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Cîger axivî û got: "Bi vê boneyê em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Min hêvî dikir ku ev komcivîn li Efrînê li dar ketibe, lê rewş ne guncaw e, ji lew re li ku derê ve divê gel li ber xwe bide, deverên taybet bi xwe ava bike û hebûna xwe isbat bike."

Zelal Ceger ev li gotina xwe zêde kir: "Damezrandina kombendeke wiha li herêma Cizîrê dê hevgirtina gelê me xurttir bike û parastina wan a çanda xwe û girêdana civakî jî zêdetir bike, her wiha heta vegera li Efrînê dê ev kombend çavkaniya hêzê be."

Zelal Ceger komîteya amadekar û kesên reşnivîsa vê kombendê nivîsandine silav kir.

Piştî axaftin bi dawî bû, dîwan ji 4 kesan hate hilbijartin û reşnivîsa rêziknameya Kombenda Efrîn a Civakî hate xwendin û beşdan nîqaşa wê kir, her wiha guhartin di hin bendan de çêkirin.

Beşdaran li ser slogana kombendê, navê wê, rêgezên giştî, armanc û erkên wê, erka komîteyên kombendê, şertên endamtiyê, sazûmaniya wê û sazûmaniya rêveberiyê li hev kirin.

Piştî rêziknameya kobendê hate erêkirin, pêşniyarên komcivînê hatin xwendin.

Biryar û pêşniyarên hatin encamdan. Hin ji wan ev in:

-Nasnameyên endaman werin derxistin.

-Navên malbat û kesên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê werin belgekirin.

-Dewreyên xurtkirinê ji endamên komcivînê re were vekirin.

-Dewreyên muzîkê werin vekirin.

-Komeke hunerê ya stran û govendên efrînî were avakirin.

-Têkiliyan bi aliyên peywendîdar re çêkin da şêniyên Efrînê bi hêsanî derbasî herêman bibin.

-Radyok bi navê Efrînê were vekirin.

-Têkiliyan bi gelê Efrînê yên li Ewropa re werin avakirin.

-Ji bo piştgiriya gelê herêmê û şêniyên Efrînê projeyên aborî werin vekirin.

-Bi boneya salvegera êrişên li dijî Efrîn û dagirkirina wê çalakiyên çandî werin lidarxistin.

Komcivîn bi hilbijartina meclisa giştî ya kombendê ku ji 13 kesan pêk hat, bi dawî bû.

(eh)

ANHA