Di êrişa dagirkeriyê li ser Zirganê de, jinek birîndar bû

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarokê Zirganê de jinek birîndar bû.

Di êrişa dagirkeriyê li ser Zirganê de, jinek birîndar bû
22 kanûn, 2021   19:08
HESEKÊ

Vê êvarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê taxên rojava û bakurê bajarokê Zirganê û girê wê topbaran kir, di encamê de jina bi navê Fatme Elî Mehbûb (35) ê ji bajarok birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hesekê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên bajarokê Zirganê bi dijwarî topbaran dikin. Her wiha gundên Dada Ebdal ê li bakurê rojavayê bajarokê Rebîat û Muheremê topbaran dikin.

Şeva berê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê bi dijwarî topbaran kirin, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 10 birîndar bûn.

(fr)

ANHA