Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist

Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan îro civîna xwe ya salê li dar xist, kar û xebatên salekê û astengiyên li pêşiya wê derketine nîqaş kirin û ji bo sala bê plansazî danî.

Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
22 kanûn, 2021   18:19
DÊRAZOR

Di civînê de nûnerên komîteyên şaredariyan û xizmetguzarî yên Dêrazorê, hevserokên Desteya Xizmetguzarî û Şaredariyan Mihemed El-Hemade û Eyşe Ibêd beşdar bûn. Di civînê de astengiyên li pêşiya hemû komîteyan derketine, hatin nîqaşkirin û raporên salê yên hemû komîteyan hatin xwendin.

Beşdaran mekanîzmeya pêşxistina karê desteyê nîqaş kir ku girîngiyê dide pêşxistina warê xizmetguzarî li Dêrazorê.

/ar/uploads/files/2021/12/22/165011_01577.mts.00_00_06_20.still001.webp

Di dawiya civînê de ji bo sala bê plansazî hat dayîn.

(şx)

ANHA