Sala 2021’an sala naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser e

Xebatên siyasî û dîplomatîk ku MSD û Rêveberiya Xweser di 2021`an de meşandine, bi naskirina fermî ji aliyê Katalonyayê ve û avakirina Rêveberiya Xweser li ser rêgezên felsefeya neteweya demokratîk, tacîdar bûn.

Sala 2021’an sala naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser e
23 kanûn, 2021   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BERAKAT

Bi destpêkirina 2021`an re ji bo naskirina Rêveberiya Xweser, firehkirina têkiliyên dîplomatîk û siyasî li Rojhilata Navîn, cîhan û Ewropayê bi pêşengiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser xebat û têkoşîneke siyasî û dîplomatîk hate meşandin.

Di 2021`an de hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan hevdîtin li derve û hundir li dar xistin. Nivîsgeh û nûnertiyên xwe li derve vekirin. Di vê dosyayê de em ê girîngtirîn xebatên siyasî û dîplomatîk ên li derve û hundir bi bîr bixin.

XEBATATÊN LI DERVE

Ji bo ku di xebatên siyasî û aloziya Sûriyê de li gorî biryarên navneteweyî pêşketinek çêbe, ji bo piştgiriyê di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de û sepandina ewlehiya mayînde li herêmê were bidestxistin, Rêveberiya Xweser û MSD`ê gelek caran serdana dewletên Ewropa, Amerîka û Rûsyayê kir. Her wiha sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî di rojeva wan serdanan de cih girtin.

Di hevdîtinên li Rûsyayê de girîngî dan diyaloga di navbera MSD û hikumeta Şamê de da ku bigihêjin lihevkirinan ku hêviyên sûriyan ên rewa pêk tînin û taybetmendiyên herêman û pirrengiya olî û çandî ya civaka Sûriyê di ber çavan re derbas dikin.

Di hevdîtinên li Amerîkayê de pêşketinên li herêmê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê, pêwîstiya piştgiriya ji Rêveberiya Xweser re bûn rojevên sereke. Her wiha bi Fransayê re, rewşa îdarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girîngiya tecrubeya demokratîk û encamên wê yên pêşerojê di Sûriyeke demokratîk a hevgirtî de, hatin nîqaşkirin.

GIRÎNGTIRÎN SERDANAN LI DERVE

1`ê Tîrmehê şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi wezîra karên derve Anna Linda re civiya.

HEVDÎTINA BI MACRON RE

19`ê Tîrmehê şandeyeke payebilind a Rêveberiya Xweser û MSD`ê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re li qesra Elysee civiya. Şande ji seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Dêrazorê Xesan El-Yusif pêk hat.

15`ê Îlonê li Moskovê şandeyeke MSD`ê bi şandeya taybet a serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê û cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov re civiya.

22`yê Îlonê şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vexwendnameyeke fermî ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê, berpirsê têkiliyên derve, berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve, serdana Danîmarkayê kir.

25`ê Îlonê li Moskovê şandeyeke MSD û Rêveberiya Xweser bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û Mikhail Bogdanov re civiya.

25`ê Îlonê şandeyeke MSD û Rêveberiya Xweser bi Rêveberiya Amerîkayê û endamên Kongreyê re civiya.

19`ê Cotmehê li Swêdê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berpirsê têkiliyên dîplomatîk ê Partiya Sosyalîst a desthilatdar û endamê têkiliyên giştî yê Parlamentoya Swêdê Andersch Ostbery re civiya.

20`ê Mijdarê li Swêdê, Rêveberiya Xweser bi berpirsê dosyaya Sûriyê balyoz Per Orinos, seroka rêxistina Ulf Palma ya navneteweyî, berpirsa dosyaya Rojhilata Navîn û seroka rêxistina piştigiriya kurdan û endama berê ya şaredariya Stokholmê Anna Sodertorm re civiya.

NASKIRINA SIYASÎ YA RÊVEBERIYA XWESER

Parlamentoya Katalonyayê di 20`ê Cotmehê de bi piraniya dengan, projeya naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.

11`ê Kanûnê li Stokholmê, şandeya MSD`ê bi wezîra karên derve ya Swêdê Anna Linde re civiya.

12`ê Kanûnê li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Helsinkiyê paytexta Fînlendayê şandeya MSD`ê bi wezîrê karên derve yê Fînlendayê Pekka Haavisto re civiya.

DI WARÊ RÊXISTINÎ DE

Ji bo pêşxistina têkiliyan bi derve re û ji bo temamkirina vekirina nivîsgeh û nûnertiyan li derve, Rêveberiya Xweser di 9`ê Tebaxê de nûnertiya xwe li Cinevê yê Swîsreyê, bi merasîmeke fermî vekir.

5`ê Tîrmehê li paytexta Awistiryayê (Nemsa) Viennayê nûneritiya MSD`ê bi tevlêbûna nûnerên partî û hêzên siyasî hat vekirin.

LI HUNDIR

Gelek şandeyên rojavayî û Erebî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di wan serdanan de, êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên ku li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, qutkirina ava çemên Firat û Dîcleyê ji aliyê dewleta Tirk ve, girîngiya pêşkêşkirina piştgiriya siyasî, aborî, ewlehî û mirovî ji herêmê re û girîngiya modela Rêveberiya Xweser ji bo birêvebirina bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin nîqaşkirin.

Her wiha di wan serdanan de diyaloga bi hikumeta Şamê re û xebata siyasî hatin nîqaşkirin. tekezî li berdewamkirina desteka siyasî û leşkerî ji herêmê re, pêşxistina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê hat kirin. Di wan serdanan de encamên neyînî yên girtina deriyê sînor ê Til Koçerê û biryara navneteweyî 2254, rewşa koçber û penaberan û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bûn rojev.

Rêveberiya Xweser di wan serdanên ku ji destpêka 2021`an û heta 6`ê Kanûnê li dar ketine de, 256 zarok, 64 jinên DAIŞ`î li gorî belgeyên fermî radestî cihên têkildar kirin. Her wiha 10 zarokên êzidî radestî dayîkên wan kirin.

SERDANÊN GIRÎNG

11`ê Çileyê şandeyeke fransî bi serokatiya balyozê berê yê Fransayê ji bo Şamê Eric Chevalier serdana herêmê kir.

10`ê Adarê li Qamişloyê cîgirê nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê David Brownstein bi rayedarên Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Qamişloyê re civiya.

18`ê Nîsanê şandeyeke fermî ya Rûsyayê bi serokatiya seroka komseriya mafên zarokan a serokê Rûsyayê Anna Kuznetsova gihaşt Qamişlo.

4`ê Gulanê şandeyeke danimarkî bi serokatiya birêz Christopher Vivek, berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Danimarkayê, mezintirîn şêwirmendan ê têkildarî alîkariyên mirovî û xêrxwaziyê yaê wezaretê William Bo Pedersen gihaşt avahiya Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser.

16`ê Îlonê şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi serokatiya cîgirê wezîrê karên derve Joey Hood, nûnera taybet ji bo Sûriyê Amy Katrona, mudîra Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Iraq û Sûriyê ya Koşka Spî Zahra Bell, serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, civînên cuda bi MSD û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sivîl a Reqayê re li dar xistin.

25`ê Gulanê serokê Saziya Weqfa Daniel Mitrand a Fransayê, berpirsa karûbarên Rojhilata Navîn a Meclisa Şaredariya Parisê, serokê rêxistina URD gihaştin avahiya Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Qamişloyê.

5`ê Hezîranê şandeyeke fermî ya Holandayê bi serokatiya nûnerê taybet ê Holanda yê ji bo dosyaya Sûriyê Emil De Bond û mudirê Wezareta Karên Derve ya karûbarên balyozî Dirk Jan Neuwenhuis serdana Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Qamişloyê kir.

22`yê Hezîranê şandeyeke ji herêma Katalonyayê serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

3`yê Tîrmehê komîsera mafên zarokan a Rûsyayê Larisa NIkoaevna serdana avahiya Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê kir.

14`ê Tîrmehê, şandeyeke Fînlendayê bi serokatiya nûnerê Fînlendayê ya NY û nûnerê taybet ji bo Sûriyê Jose Tanner serdana herêmên Rêveberiya Xweser kir.

15`ê Tîrmehê şandeyeke Balçikayê bi serêkatiya berpirsê dosyaya Sûriyê û nûnerê Wezareta Karên Derve ya Balçikayê serdana Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

31’ê  Tîrmehê, balyozê Albanya ya li Lubnan, Sûriyê, Urdinê û gerînendeyê nivîsgeha têkoşîna li dijî teror û tundrawê ya saziya Ewlehiyê ya Albanya serdana Daîreya Têkiliyên Derve li Qamişlo kir.

11’ê Tebaxê- şandeyeke filistînî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

5’ê Îlonê- şandeyeke Wezareta Karên Deve ya Swêd bi serkêşiya balyoz Frederic Florin serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

9’ê Îlonê, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser şandeyeke Swêd a bi serokatiya balyoz Frederic Florin ê ji daîreya karûbarên balyozxane û qanûna sivîl a Swêd pêşwaz kir.

23’yê Îlonê, balyoz Barry Gilder li Sûriyê û Lubnanê ya ji bo Bakurê Afrîkayê bi serdaneke fermî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

28’ê Îlonê, şandeyeke Fransa serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

1’ê Cotmehê, parêzerê sandîkaya parêzeran a Parîsê û nûnerê komîteya şêwirê ya neteweyî ya ji bo mafên mirovan (CNCDH) Simon Forman, parêzerê sendîkaya parêzeran Fee Rouen, nûnerê Meclisa Neteweyîa ya Sendîkayan (CNB) Richard Seidlow, parêzerê sendîkaya parêzeran a Parîsê û sekreterê giştî ya rêxistine nehikumî, parêzerên bêsînor ên Fransa (ASF France) Matthew Bagard, parlamenterê fransî  Hubert Julian Laferrieri serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

6’ê Comtehê, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser du şandeyên almanî û danimarkî pêşwaz kirin.

9’ê Cotmehê, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser parlamenterê Belçîka û serokê koma dostên parlamentoya Iraqê Georges Dalmagne pêşwaz kir.

18’ê Cotmehê, şandeyeke brîtanî ya bi serokatiya nûnerê brîtanî yê taybet bi Sûriyê Jonathan Hargreves serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

21’ê Cotmehê, şandeyeke ji Swêd serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

1’ê Mijdarê, şandeyeke frasnî ya bi serokatiya parlamenterê fransî Hubert Julian Laferrieri û gelek parêzerên sendîkaya parêzeran a Parîsê serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

20’ê Mijdarê, şandeyeke tibî ya almanî ku tê de bijîk û pisporên emeliyet, rewşa lezgîn û tedawîkirina fîzîkî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

15’ê Mijdarê, qaimmeqamê xebatên balyozxaneya Somalê ya li Şamê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

22’yê Mijdarê, Şandeyeke Norway serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

29’ê Mijdarê, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser balyoz Barry Gilder li Sûriyê û Lubnanê ya ji bo Bakurê Afrîkayê pêşwaz kir.

6’ê Kanûnê, DaîreyaTêkiliyên Derve şandeyeke Wezareta Derve ya Switzerland pêşwaz kir.

ÇALAKÎ

Di 2021’an de gelek çalakî û komxebat hatin lidarxistin. Wan tevahî bal kişand ser gelek dozên girîng mîna qutkirina ava çemên Firat û Dicle ji hêla dewleta Tirk ve, mijara çeteyên DAIŞ’ê û pêşxistina Rêveberiya Xweser.

Di destpêka 2021’an de, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) rêzecivînên ji panelên diyalogê têkildarî dagirkirina Efrîn "ajande, stratejiyên berxwedanê" bi durşma "Efrînê berxwedan...Efrîn dimîne û dagirker diçin" li Helebê di 25’ê Çileyê de li dar xist û di 27’ê Çileyê de li Şehbayê li dar xist.

Di 20’ê Sibatê de Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) komxebata "nakokiiyên kurdî-kurdî rastî û çareserî" li hola Efrîn a li Qamişlo li dar xist. Tê de berpirsên payebilind ên partiyên siyasî yên Kurd, kesayetên kurd ên civakî, rewşenbîr û hiqûqnas beşdar bûn.

MSD’ê di 19’ê Tebaxê heta 7’ê Kanûnê 6 panelên diyalogê bi serdanê "Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li dar xistin. Di 19’ê Tebaxê de li Qamişlo, di 21’ê Tebaxê de li Dêrikê, di 2’yê Cotmehê de li Hesekê, di 16’ê Mijdarê de li Reqa, di 4’yê Kanûnê de li Minbicê, di 7’ê Kanûnê de li Kobanê panel hatin lidarxistin.

27’ê Îlonê, çalakiyên komxebata Navneteweyî ya Avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî rewşa avê li herêmê, rewşên ziwabûna çavkaniyên axê û keysbazkirina wê ji hêla dewletên siyasetên xwe li herêmê dimeşînin ve hatin destpêkirin. Ew çalakî li Hesekê 2 rojan berdewam kirin.

Armanca sereke ji komxebatê bal li ser mîsaq, qanûn û peymanên navneteweyî yên avê werin kişandin, her wiha bal li ser siyasetên herêmî û şerê avê û keysbazkirina wê di nakokiyên siyasî û aborî de hat kişandin. Li gel wê jî xeterî û astengiyên girêdayî ewlehiya avê, pêkanîna ewlehî û geşkirina mayînde ya avê hatin nîqaşkirin.

27’ê Gulanê, rêxistina însiyatîfa parastina hiqûqê ya bi sponseriya rêxistina hiqûqî ya Almanya (medico international) û rêxistina têkoşîna ji bo mirovahiyê (fight for humanity) civîneke damezrîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ’ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Efrîn a Qamişloyê li dar xist. Armanca forumê nûnertiya qurbaniyên çeteyên DAIŞ’ê dike, çete li ser sûcên wê yên hovane ku li dijî gelek qurbanî û windayan de pêk anîne werin muhasebekirin. Ji wê zêdetir jî qurbanyên ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin roleke pêşeng di sazkirina edaletê de li ser wergirtina mafên xwe wergirin.

18’ê Tîrmehê, çalakgeran li ser tevnên civakî hemleya "Haştagê" dest pê kirin û tê de banga naskirina navneteweyî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di wê haştagê de bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên cîhanê beşdar bûn û li ser tevnên civakî cihê yekemîn girt.

22’yê Tebaxê, komeke ji siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger, çalakger û akademisyenan ên herêma Efrînê însiyatîfek bi nave Însiyatîfa Neteweyî ji bo Efrînê li bajarê Bonê yê Almanyayê dest pê kir. Armanca wê rawestandina şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd li Efrînê bû.

15’ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ji 30 endamên ji çînên siyasî, civakî, rewşenbîr, hiqûqnas û eşîrtî ava kir, da ku ji nû ve hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê saz bikin. Komîteyê civîna xwe ya giştî di 11 heta 13’yê Kanûnê de ji bo nîqaşkirina reşnivîsa hevpeymanê li dar xist. Lê piştî bidawîkirina nîqaş û guhartina ji sedî 30 ji reşnivîsê Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe bi dawî kirin.

13’yê Kanûnê, bi vexwendnameyeke ji komîteya amadekar a kongreya "Hêz û kesayetên demokratîk" û bi hevkriya saziya ‘Olof Palme International’ ve li paytexta Swêdê Stockholmê hevdîtineke şêwirê hat lidarxistin. Tê de nûnerên ji partî û kesayetên siyasî yên sûrî amade bûn. Di hevdîtina şêwirê de mekanîzmeyên sazkirina muxaleftên demokratîk û avakirina lihevkirinên neteweyî hatin lêkolînkirin da ku çareyeke siyasî li Sûriyê were dîtin.

(şx)

ANHA