Di êrişa li ser Um El-Kêf de çeteyekî din hat kuştin

Artêşa Tirk a dagirker êrişeke nû li dijî gundê Um El-Kêf ê Til Temirê pêk tînin û hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan didin, di encamê de çeteyekî din hat kuştin û êriş berdewam e.

Di êrişa li ser Um El-Kêf de çeteyekî din hat kuştin
22 kanûn, 2021   16:08
HESEKÊ

Çeteyên dagirkeriya Tirk vê sibehê êrişî gundê Um El-Kêf  kir, di encama bersivdana hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de du çete hatin kuştin, yek birîndar bû û hin jî revîn. Lê careke din vê êvarî êrişî gund dikin û di encamê de şer rû dide.

Li gorî çavkaniyên leşkerî heta niha çeteyek hat kuştin û şer berdewam e.

ANHA