Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Deham Memdûh El-Elî li goristana şehîdan a bajêr spart axê.

Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir
Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir
Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir
Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir
Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir
Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir
Minbicê şehîd Deham El-Elî oxir kir
22 kanûn, 2021   15:41
MINBIC

Endamên saziyên sivîl, leşkerî û welatî li pêşiya Nexweşxaneya Firatê kom bûn û cenazeya şehîd wergirtin û ber bi goristana şehîdan a başûrê bajêr ve ketin rê.

Li goristanê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toreneke leşkerî li dar xist, dûvre bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandarekî Meclisê Ebdurehman Benawî axivî û got: "Hîn jî bajarê Minbicê kaniya leheng û wêrekan e, zarokên xwe yek li pey yekî/ê vedişêrin û îro jî zavayekî din li goristana şehîdan veşartin."

Ebdurehman Benawî ev li gotina xwe zêde kir: "Bêyî fedekariya şehîdan gel ne tên avakirin ne jî tên rizgarkirin. Şehîdan ken li ser rûyên zarokên me çêkirin û wan welat parast."

Ebdurehman Benawî bi domdarî got: "Bi navê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê em sersaziyê ji gelê xwe û malbatên şehîd Dehman Memdûh El-Elî dixwazin. Şehîd Dehman li ser destên xayînên hewl didin ewlehiya bajarê Minbicê têk bibin, şehîd ket."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna Zahir axivî û got, bajarê Minbicê bi zarokên xwe ku canê xwe di oxira welat de didin, serbilind e.

Paşê li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Cuma Heyder soza şopandina rêya şehîdan da û got, şehîd pêşengên wan in.

Birayê şehîd Ehmed El-Elî diyar kir ku ew ê şopdarên şehîdên canê xwe ji bo rizgarkirina vî welatê daye bin.

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir û cenazeya şehîd di nav sloganan de hate veşartin.

(eh)

ANHA