Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Qamişlo civîna xwe ya salê bi dawî kir

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Qamişlo civîna xwe ya salê bi 250 deleqeyan li dar xistin û tê de xebat û projeyên 2021’an nirxandin û ji bo sala bê pêşniyar û bernameya xebatê danî.

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Qamişlo civîna xwe ya salê bi dawî kir
Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Qamişlo civîna xwe ya salê bi dawî kir
Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Qamişlo civîna xwe ya salê bi dawî kir
22 kanûn, 2021   16:29
QAMIŞLO

Vê sibehê şaredariyên gel ên Qamişlo civîna xwe ya salê li dar xist û tê de xebat û projeyên 2021’an nirxandin û ji bo sala bê pêşniyar û bernameya xebatê pêşkêş kir. Civîn li Navenda Aram Dîkran a Çand û Hunerê ya Rimêlanê li dar ket.

Hevserokê Meclisa kantona Qamişlo Efram Îshaq axaftina destpêkê kir, dûvre rapora salê ya xebatên komîteyên şaredariyan a Qamişlo yên 2021’an hat xwendin.

Piştî xwendina raporê bi dawî bû, beşdaran nîqaşên li pêş xebatê kirin û li ser gelek pêşniyar û bernameya sala bê erê kirin û wiha ne:

Kerac li derveyî bajaran werin amadekirin ku aloziya çûn û hatinê sivik bibe.

Xebata xizmetguzariyê ya li şaredariyan bi rêya xizmetkirina zêde ji welatiyan re were berfirehkirin.

Xebat li ser zêdekirina kadroyên pîşeyî were kirin, ku gaveke aktîf ji bo amadekirina planên rêxistinî li gundên nebirêxistinî ye.

Projeyên binesazî û rê li gorî derfetan werin kirin û ev yek wê li gorî biryareke hevbeş a di navbera şaredarî û meclisa navçeyê de were diyarkirin û bodceyeke taybet ji her şaredariyekê re li gorî wê tê veqetandin.

Projeya veguhastina stasyona çopê li derveyî Til Koçer were pêkanîn.

Projeya stasyona sererastkirina ava kanalîzayonan a Til Koçer were pêkanîn.

Zêdekirina rûberên kes û avakirina parkan.

Berfirehkirina toreyên avê û sererastkirina xezaneyên avê.

Sererastkirina parkan.

Zêdekirina hemleyên paqijiyê.

Li hember gendeliyê bi tevahî şêwe û rêbazên wê xebat werin kirin, her wiha kesên gendeliyê dikin bi rêbazên qanûnî werin muhasebekirin.

ANHA