Kongra Star a Tirbespiyê sûcên ku Tirkiyê li dijî girtiyên siyasî pêk tînin şermezar kirin

Kongra Stra a Tirbespiyê bi daxuyaniyekê rêzesûcên qetilkirinê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên faşîzma Tirk de ne bi berdewama hedefgirtina têkoşerên destpêkê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê wesif kirin.

Kongra Star a Tirbespiyê sûcên ku Tirkiyê li dijî girtiyên siyasî pêk tînin şermezar kirin
22 kanûn, 2021   15:23
QAMIŞLO

Kongra Star a Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyên siyasî şermezar kirin.

Di heman demê de li bajarên Bakurê Kurdistanê desthilatên faşîst ên Tirkiyê hemleyên girtînê yên berfireh li dijî endamên HDP’ê, çalakger, hiqûqnas, siyasetmedran dest pê kirine û girtiyên siyasî yên di girtîgehên xwe qetil dike. Bi wê re siyaseta dijminane ya hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan li dijî her kesê li hember wê derdikeve eşkere dike.

Di navbera hefteyekê de, 7 girtiyên siyasî di girtîgehên faşîstê de, ji nav wan jî jinek heye, hatine şehîdxistin. Li wan hemûyan cezaya muebed hatiye birîn. Lê desthilatên Tirkiyê îdia dikin ku girtî xwe dikujin.

Di daxuyaniya Kongra Star de ku endama wê Şerîfe Murad xwendiye hate piştrastkirin ku dewleta Tirk sûcên hovane li dijî tevgerên neteweyî ku banga azadiya gelan dikin, pêk tîne.

Kongra Star da zanîn ku sûc û binpêkirinên li dijî girtiyên di girtîgehên faşîst de pêk tên digel bêdengiya navneteweyî dibin. Bi wê re dewleta Tirk hewl dide tevgerên neteweyî yên rizgariyê bişikîne.

Di daxuyaniya Kongra Star de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku têkildarî van sûcên li dijî kurdan bi lez tev bigerin û divê li hember tevahî siyasetên dijminane yên li dijî hebûna kurdan, gelê Kurd hevgirtî be.

(fr)

ANHA